Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 23/04/2024 10:28 
News  > 

Zivistanê Eleqeyê Nîşanî "Cîgera Perde" Didin

18.01.2019 16:58

"Cîgera perde" ji kesên tehma devê xwe dizanin eleqeyeke mezin dibîne.

Li Diyarbekire "cigera perde" ji kesen tehma deve xwe dizanin eleqeyeke mezin dibine.



Kibaba cigere ya ji xwarinen giring en bajer hem ji hela meriven hereme hem ji ji hela turisten xweci ü biyani şebeqe, nivro ü evare te xwarin.



Bina kibaba ciger a ku li ser mangala ber deste sibe te dadan te pijandin di nav roje da li Süre ü heremen din belav dibe.



Kibaba ciger a ku bi pivaz, tametes ü çeqilmaste te xwarin her demsale te xwarin, cigera perde ji bi taybeti zivistane te xwarin ü bi deste çend hosteyen li bajer te çekirin.



Peşiye cigere 5 deqiqeyan dipejinin paşe beze xaşe heywanan le dialinin ü qasi 10 deqiqeyi li ser agir dipejinin. Li gor daxwaze pe ra isota sor, filfil, kimyon ü pivazan ji amade dikin.



Ji ber ku amadekirina we bi zihmet e hoste li ser siparişe cigera perde çedikin.



"Nifşen teze bi tehme nehisiyane"



İsmail Kaplane 52 sali ye ku 30 sal e li Süra navçeya diroki hostetiya cigere dike daxuyani da nüçegihane AAye ü diyar kir ku çekirina cigera perde ji hosteye xwe ye ku li cem çiraxti kiribü hin büye.



Kaplan diyar kir ku çekirina cigera perde li gor kibaba ciger bi zehmet e, piraniya hosteyan naxwazin pe ra eleqedar bibin.



Kaplan destnişan kir ku ji vir 40 sal bere ji nika zedetir cigera perde dihat çekirin ü wiha axivi: "Ez li ser daxwaza mişteriyan ve kibabe çedikim. Ji ber ku ve deme li gelek ciyan naye çekirin nifşen teze bi ve tehme nehisyane."



Kaplan got mişteriyen ku qet cigera perde neditine dema dibnin ev çi ye, hin mişteri ji di taşte da ji ve kibabe dixwin.



Kaplan diyar kir ku kibabe çedike dişine Stenbol ü Çeneqeleye ji wiha axivi: "Ji bo ku ev çanda dewam bike min çekirina cigera perde hini xebatkaren xwe ji kir."



Muzaffer Yildize ji Qonyaye hatiye bajer ji got ku tehma cigera perde zehf xweş e.



Yildiz got ji ber ku bi heze xaşe heywanan te çekini tehma kibabe zehf xweş dibe ü wiha axivi: "Di emre xwe da ev cara ewil e min cigera perde xwar. Tehma we zehf xweş e." -



 
Latest News





 
 
Top News