Wezire Karen Derva ye İrane Mihemed Cevad Zerif diyar kir ku heger dosyeya İrane biçe Konseya Ewlekariye ya Neteweyen Yekbüyi (KENY) ew e ji Peymana Astengkirina Belavbüna Çeken Nukleere (NPT) vekişin.
Zerife ku ji Ajansa Nüçeyan a Meclisa İrane (ICANA) ra axivi, bertek nişani İngiltere, Almanya ü Fransaye da ku dest bi şixulandina Mekanizmaya Çareserkirina Nakokiye kirin. Zerif bal kişand ku İrane di mijdara 2018an da ev pevajo da destpekirin.
Zerif da bibirxistin ku di nameya ku Serokomare İrane Hesen Rühani gulana 2018an ji bo seroken her penc welaten beşdaren peymana nukleere (Rüsya, Çin, İngiltere, Fransa, Almanya) şand da ji hat balkişandin ku mijar heger biçe KENYe, ew e ji NPTe vekişin ü bernameyen din ji de ben rojeve ü wiha dewam kir:
"Tu bingeheki qanüni ye daxuyaniyen Ewropiyan tuneye. Ewropi heger gaveke din ji biavejin, derketina İrane ji NPTe de were rojeve. Heger Ewropi tevgeren xwe yen neqanüni bidominin ü dosyeya İrane bibin KENYe, em e ji NPTe vekişin."
Peymana Astengkirina Belavbüna Çeken Nukleere ku armanca we ew e ku çeken nukleere li hemü dinyaye ben jinavbirin ü yen nü ji ben qedexekirin, tirmeha 2017an bi piştevaniya 122 welatan hatibü pejirandin.
Endamen mayinde yen KENYe ku xwedi çeka nukleere ne, Amerika, İngiltere, Rüsya, Fransa ü Çin diji peymane derketibün ü beşdari mizakere ü dengdayina li ser mijare nebübün. -
|