Malbateke din ji tevli dayiken ku HDPye weki berpirsyare revandina zaroken xwe dibinin ü li peşiya Serokatiya Bajer a Diyarbekire çalakiya rüniştine dimeşinin bü.
Çalakiya dayiken ku HDPye weki berpirsyare revandina zaroken xwe dibinin ü ji 3ye ilone vir da li peşiya Serokatiya Bajer a Diyarbekire çalakiye rüniştine dikin dewam dike.
Halit Altune ji Müşe hat ü tevli çalakiye bü di daxuyaniya xwe da diyar kir ku Muhsine kure wi ji vir 4 sal bere dema li Beşa Endezyariya Kompitere ya Zaningeha İnonuye ya li Meletiye dixwend xapandin ü derxistin çiye.
Altun destnişan kir ku ajokariye dike pe 8 zaroken xwe xwedi dike ü debara mala xwe dike. Altun got ku kureki wi ji li Enqereye eskeriya xwe dike.
Altun got daxwaza wi ew e ku bigiheje kure xwe ye 4 sal e hesret maye ü wiha axivi: "Ez ji dewlet, milet ü alaya xwe ra sadiq im."
Altun diyar kir ku di encama lekolinan da tesbit kir ku kure wi birine aliye Kobaneye ü wiha pe da çü: "Ji bo kure xwe tu ci nema ku ez herim. Her tim ciyeki din nişan didin. Ez 2 salan li mala xwe nemam. Min hemü fedakari kirin lebele min reça kure xwe nedit."
Altun axaftina xwe wiha domand: "Min çalakiya rüniştini dit ü biryar da ku beşdar bibim. Ez HDPye weki berpirsyar dibinim. Zaroken me dibin. Çima zaroken xwe nabin? Dema zaroken xwe ji bibin em e bejin sistem wisa dixebite. Zaroken xwe didin xwendin, zaroken me derdixin sere çiye." -
|