Li Qerse zaroken taybet (zaroken bergirti yan bi sendroma downe ketine ü yan ji ji hela fehmi va nexweş in) bi hevkariya Midüriyeta Spor ü Ciwaniye ya Bajer ü Federasyona Spore ya Sporvanen Taybet a Tirkiyeye va spore dikin ü derdikevin nav civake ü der ü dora xwe çetir nas dikin.
Li navçeya Sariqamişe bi druşma "Bila zaroken astengdar li pişt deriyen girti neminin" va projeyek dest pe kir ü di çarçoveya projeye da li navçeye 10 zaroken bergirti, yan bi sendroma downe keti ü yan ji ji hela fehmi va nexweş in ü ji 7 saliye mezintirin hatin tespitkirin.
Malbaten zaroken taybet hefte 3 rojan wan tinin Navenda Ciwaniye ya Sariqamişe ü li we dere zarok bi peşikeşiya raheneren basketbol, voleybol ü tenisa maseye va tevli kar ü baren spore dibin.
Zaroken ji malen xwe derdikevin ü ten ü bi saya spore der ü dora xwe ji nas dikin dema jehati bin di siberoje da we bikaribin ji beşa te da biserketine beşdari peşbaziyan ji bibin.
"Ew li male bün ü beşdari kar ü baren spore nedibün"
Seroke Lijneya Teknik a Kaşüne ya Tirkiyeye ü Ewropaye ya Federasyona Spore ya Sporvanen Taybet a Tirkiyeye Erol Karabulut daxuyani da nüçegihane AAye ü got ku ji bo zaroken taybet en li navçeye bikaribin spore bikin wan dest bi xebate kir ü wiha domand: "Em dixwazin bila zaroken me yen taybet bi spore bizanibin ü di peşeroje da di peşbaziyen li Tirkiye ü dinyaye da nunertiya bajare me ü welate me bikin. Ev zaroken taybet her tim li male bün ü dernediketin derva ü tevli kar ü baren spore nedibün. Em dixwazin ew bi spore der ü dora xwe ji nas bikin ü tevli nav civake bibin."
Ji dayikan Burcu Sariye ji got ku ji ber ve projeya dest pe kiriye ew gelek kefxweş in ü bi ve saye zaroken taybet derdikevin derva spore dikin ü der ü dore nas dikin ü kefxweş dibin. -
|