Komeleya Mehkümen Filistini destnişan kir ji 6e kanüne vir va ku Donald Trumpe Seroke Amerikaye Qudse wek paytexte İsraile penase kir ü telimat da Balyozxaneya Amerikaye bibin Qudse qedere 100 zaroken filistini bi deste hezen İsraile hatine binçavkirin.
Pişti ku Fewzi el-Cuneydiye 16 sali ye bi deste eskeren İsraile li Şeriaya Rojava di çalakiyen protestoye da çavgirti hat binçavkirin ü bü sembola berxwedana Qudse binçavkirina zaroken filistini di rojeva dinyaye da ci girt.
"Eskeren İsraile zarokan binçav dikin"
Rexistinen mafen mirovan destnişan dikin ku İsrail zaroken filistini binçav dike.
Qadura Farise Seroke Komeleya Mehkümen Filistini daxuyani da nüçegihane AAye ü wiha got: "Hezen İsraile zarokan binçav dikin. Lewra li gor hiqüqa navneteweyi kesen ji 18 sali biçüktir zarok in."
Faris diyar kir di 20 salen dawin da hezen İsraile hin zaroken ji 7 sali biçüktir ji binçav kirin ü wiha got: "Ev peymanen navneteweyi binpe dike ü diji peymanen mafen mirovan ya Neteweyen Yekbüyi ye. Zaroken me her roj ji ber dagirkeriya İsraile ten istismarkirin. Dive dinya li hember ve derkeve."
Li gor Komeleya Mehkümen Filistini qedere 100 zaroken filistini bi deste hezen İsraile hatine binçavkirin. -
|