YPG/PKKya rexistina terore alaya xwe ya li navçeya Til Abyada ku li sinore Süriye-Tirkiyeye dagir kiriye bi alaya meclisa eskeri ya giredayi xwe ra guhert.
Di dimena nü ya ku nüçegihanen AAye yen li Til Abyade ji navenda bajer bi dest xistin da te ditin ku di encama tehdeyen Tirkiyeye teroristen YPG/PKKyi li navenda navçeye listika guhertina alaye kir.
Di dimenan da te ditin ku terorist şüna alaya YPG/PKKye ya mezin a ku bere li navenda bajer li direga alaye daliqandibü niha alaya meclisa eskeri ya qaşo ya ku disa giredayi rexistine ye daliqand.
Meclisa rexistine
Di çarçoveya fealiyeten herema ewle ya ku di navbera Tirkiye ü Amerikaye da xebaten we didomin da dewriye dewam dikin ü rexistina terore ji hebüna xwe ya li Til Abyade didomine.
Hebüna rexistine bi meclisa eskeri ya qaşo ya giredayi xwe ra di bin dilqe meclise da depoyen çekan en li navenda bajer, amadehiyen cihe avaniye didomine.
Meclisen eskeri yen ku rexistina terore ya ku Amerika piştgiri dide li bajaran ilan kir ji ji endamen ku uniforma ü ala guhertin pek te.
YPG/PKK li Til Abyada ku dagir kiriye di hezirana bori da meclisen eskeri yen qaşo yen giredayi rexistine weki ku dewri HDSye kiriye nişan dabü ü biryar dabü ku hebüna xwe bidomine.
AA li Til Abyada li rojhilate Çeme Ferate ye di 2ye sermaweza 2018an da dimenen alaya YPG/PKKye ya li ser diregeke mezin daliqandiye ü alaya Kurdistane ya qaşo ya li ser gire sitargehen li cihe kontrole kişandibü.
YPG/PKKye ragihandibü ku li Süriyeye bi piştgiriya çek ü lojistike komen biçük en nezi xwe di 12e cotmeha 2015an da bi nave HDSye kom kiriye.
Amerikaya ku PKKye wek rexistina terore qebül dike ji bo ku ji hevkariya xwe ya rexistine ra hincetan bibine nave HDSye dabü. Fermandare Hezen Taybet en Amerikaye Orgeneral Raymond Thomas di 22ye tirmeha 2017an da itiraf kiribü ku YPGye nave xwe bi tewsiyeya wan nave xwe weki "Hezen Demokratik en Süriyeye (HDS)" guhert.
Ji aliye rexistine va dagirkirina navçeye
YPG/PKK di hezirana 2015an da bi piştgiriya Amerikaye navçeya Til Abyada ku li axa Süriyeye ya li hemberi Akçakaleya navçeya Şanliurfaye ye dagir kiribü.
Teroristen YPG/PKKyi ji bili tunel ü kozikan tene li Til Abyade li navenda bajer ü li rojhilat ü rojava li 30 cihan bi ci büye.
İdiayen dibejin ku YPG/PKKye li çend gunden li dora Til Abyade hebüna xwe ya eskeri dewri meclisen heremi kiriye ji rast ninin. Rexistingelek mensuben xwe yen ku uniformayen xwe yen eskeri derxistine li meclisen qaşo bi ci kiriye.
Rexistin ji bo nişan bide ku li heremen dagir kiriye birevabiri di deste gele hereme da ye meclisen eskeri ü sivil ava dike.
Tehdeya rexistine ya li ser gele navçeya hema beje temamiya we ji Ereban pek te didome.
Li çolware rojava ye navçeya giredayi Reqaye gunden Tirkmenan ji hene. Terorist bi tehdida "herem biterikinin heke ne de balafiren koalisyone erişa asimani bikin" bi zori dabü valakirin.
Serokomar Erdogan hişyari dabü
Serokomar Recep Tayyip Erdogan di daxuyaniya xwe ya beri ku biçe Amerikaye dabü a gotibü ku "Niha ji rexistineke derew hatiye derxistin. Vekirina we Hezen Demokratik en Süriyeye. Yane HDS. ya rast xapandinek e. Ango ev dilqek e. Tu ferqa ve ji ji PYD ü YPGye tune. Em dikarin ji bo ve bibejin rexistineke terore ya çadir."
Erdogan di daxuyaniya xwe ya çarşema bori da ji ji bo mijara herema ewle ji gotibü ku "Heke di nav du hefteyan da ji vir encamek dernekeve em e planen xwe bixin dewre." -
|