Gele gunde Tukare ya li bakure Minbice ya ku YPG/PKKya rexistina terore xistiye 2 perçeyan li bende ye leşkeren Tirkiyeye navçeye ji terore paqij bikin.
Gunde Tukare li bakure Minbice ü rexe Çeme Sacuye ye ü bi Herekata Mertale Ferate va ji DEAŞa rexistina terore hatibü xilaskirin.
Lebele başüre gund bi deste YPG/PKKya rexistina terore hat dagirkirin. Taxen li bakure gund ji di kontrola Arteşa Azad a Süriyeye ya ku Arteşa Tirkiyeye piştgirye dide da ye.
Tukar 16 kilometre li düri Minbice ye.
Ji ber ku rexistina terore bi dagiriye gund xistiye 2 qetan gele gund nikarin eqrebeyen xwe bibinin ü cotkariye bikin.
İbrahim Mihemed Milaye mixtare Tukare daxuyani da nüçegihane AAye ü diyar kir ku ji ber rexistina terore ji biraye xwe qetiya ye.
Mila wiha got: "PKK hat ü gunde me xiste 2 qetan. Qismek di kontrola Arteşa Azad a Süriyeye da ye, qismek ji kontrola PKKye da ye. Dema dixwazim biraye xwe ye li heman gundi ziyaret bikim ji min nasnameye dixwazin, kontrol dikin."
Milaye mixdar destnişan kir ku gelek eraziyen gund li başüre Çeme Sacuye ne ü wiha pe da çü: "Hün ji dibinin ku Çeme Sacuye me ji hev diqetine. Piraniya eraziye me li wi aliye çem in ü em nikarin herin zeviyan." -
|