Seroke Amerikaye Donald Trump got di Herekata Kaniya Aştiye ya ku armanca we ew e ku koridora terore ya dixwazin li ser sinore başür e Tirkiyeye ava bikin ji hole be rakirin ü li hereme aşti ü arami be pekanin da YPG/PKK ji bo ku Amerikaye ji bikşine nav pevçünan dibe ku endamen DEAŞe berde.
Trump li ser hesabe xwe ye Twittere wiha got: "Kurd (YPG/PKK) ji bo ku me ji tevi şer bikin dibe ku hinekan (endamen DEAŞe) berdidin.
Di televizyona Foxe ya Amerikaye da keseki bi nave Brian Kilmeade beşdari bernameya "Fox&Friends"e bü ü got Amerika we li hereme bikeve nav şereki nü. Trump şiroveya vi beşdarvani rexne kir ü wiha got: "Brian Kilmeade di "Fox and Friends"e da mijare bi tevahi şaş şirove kir. Di şereki 200 sali ya di navbera gelan da em nakevin şereki nü. Derfeta Ewropaye hebü ku DEAŞiyen xwe yen girti paşve hildin, le nexwestin berdela ve bidin ü gotin bila "Amerika berdele bide". Kurd ji bo ku me ji tevi şer bikin dibe ku hinekan (endamen DEAŞe) berdidin. Tirkiye ü Ewropa dikarin wan bi hesani bigrin, le dive lez bikin. Mueyideyen mezin ji bo Tirkiyeye ten. Mirov birasti ji wisa difikirin ku eme bi Tirkeyeya welate NATOye ra şer bikin? Şeren bedawi we biqedin. Yen ku em kişandine avzela Rojhilata Navin niha ew kes in ku yen heri zede dixwazin em li wir biminin." -
|