Yekitiya Ewropaye (YE) xwest ku der bare kuştina Cemal Kaşikçiye rojnamevane Siüdi de lepirsina berfireh, ewledar ü zelal be kirin.
Nünera Bilind a Politikaya Ewlehiye ü Tekiliyen Karen Derve ye YEye Federica Mogheriniye daxuyaniyeke niviski da ü got ku ji ber mirina KAşikçiye rojnamevane Siüdi ye ku ji ber kare xwe bi gelek rexistin ü saziyen Ewropaye re di nav tekiliyen nez de bü geleki xemgin e ü sersaxi da xizmen wi.
Mogheriniye diyar kir ku YE di mijara parastina hemü rojnamevanen li cihane ü pekanina azadiya çapemeniye de biryardar e ü destnişan kir ku "Hürguliyen der bare mirina Kaşikçi de ü bi awayeki sosret ixlalkirina Peymana Konsolosiye ya Viyanaye ya 1963yan geleki endişeye dide."
Mogheriniye da zanin ku bi taybeti madeya 55emin a ku Peymana Konsolosiye ya Viyanaye ya 1963yan a "konsolosxane dive hember qanün ü verastkirinen welate ku le ye rez bigire" ixlal kiriye.
"Berpirsyar dive hesabe bidin"
Mogheriniye destnişan kir ku xatireya Kaşikçi ü xizmen wi edalete heq dikin ü banga "Der bare kuştina Kaşikçi de lepirsina berfireh, ewle ü zelal dive dewam bike ü hesabdayina berpirsyaran be pekanin." kir.
Birevebiriya Erebistana Siüdi eşkere kiribü Kaşikçiye ku di 2ye cotmehe de pişti ku ket Serkonsolosxaneya Stenbole je xeber nehat sitandin "di encama raqeşiya ku li konsolosxaneye qewimi de mir."
Di nüçeya ku di ajansa fermi ya Erebistana Siüdi SPAye de ci girt de hatibü idiakirin di encama lepirsina ku Serdozgeriya Erebistana Siüdi kir de dema ku Cemal Kaşikçi hat Serkonsolosxaneya Stenbole "bi welatiyen Erebistana Siüdi yen din en wir re ketiye navniqaşe, niqaş guheriye rageşiye ü di encama ve de Kaşikçi miriye." -
|