Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 25/04/2024 02:24 
News  > 

Yalçin Ozçobanê Berberê Kal Û Nexweşan Li Ber Dilê Wan Padîşah E

17.01.2019 12:58

Yalçin Ozçobanê di şaredariya Îpekyoluya navçeya Wanê da dixebite bi dildarî mal bi mal digere û kal û nexweşên li erdê traş dike Yalçin Ozçoban: "Dema ez wan traş dikim, pir hestiyar dibim. Ez rabirdûya wan tînim pêş çavê xwe. Bi rastî jî dema ez wan traş dikim ez wan wek bavê xwe dihesibînim.

Li İpekyoluya navçeya Wane Yalçin Ozçobane di şaredariye da dixebite, diçe mala kal ü nexweşen li erde ne ser ü rihe wan kur dike.



Yalçin Ozçoban (35) li Navenda Jiyana Beasteng a şaredariye dixebite, le çend rojen hefteye bi dildari mal bi mal digere, kal ü nexweşen li erde ne traş dike.



Ozçoban him bi wan ra sohbet dike, morale dide wan ü him ji ji ber kurkirina ser ü rihe wan diayen wan hildide.



"Ez wan wek bave xwe dihesibinim"



Ozçoban ji nüçegihane AAye ra daxuyand ew 20 sal in berbertiye dike ü 2 sal e ji di şaredariye da dixebite.



Ji bo kare ku bi dildari dike ji Ozçoban wiha axivi: "Navenda Jiyana Beasteng ji bo nexweş ü kalan xebatek da destpekirin. Me ji bi dildari piştgiri da ve xebate. Me malbaten nexweş ü kal le hene tespit kirin. Dema ew ji bo ku ez ser ü rihe wan kur bikim telefon dikin, ez heman diçim malen wan. Ez derde wan guhdar dikim ü paşe ji morale didim wan. Dema ez wan traş dikim pir hestiyar dibim. Ez rabirdüya wan tinim peş çave xwe. Bi rasti ji dema ez wan traş dikim ez wan wek bave xwe dihesibinim. Ew ji geleki ji min hez dikin."



"Hewcedariya wan bi me heye"



Ozçoban behsa tevgeren kal ü nexweşan kir ü wiha dewam kir: "Dema ez dikevim hundir şa dibin, hin caran ji digrin. Ez ji li ber xwe nadim ü dest bi giri dikim. Bi ve xizmete va em rüye germ e dewlete nişani wan didin. Di van rojen sar en zivistane da nişandana rüye germ hesteke pir xweş e. Dive mirov xwedi li van mirovan derkevin. Hewcedariya wan bi me heye."



"Him rihe min kur dike ü him ji derde min guhdar dike"



Bahattin Durmaze 70 sali ye ku nexweşe li erde ye ji wiha got: "Dema ku te bi sebir derden min guhdar dike. Ew kure min e, her tişte min e. Xwede ji wi razi be. Him rihe min kur dike ü him ji derde min guhdar dike. Dema ez wi dibinim pir kefxweş dibim."



Zubeyde Saylika jina Necdet Saylike (62) ji ber ku xwin firiyaye mejiye wi felc büye ji got ji ber nexweşiya mere xwe ew nikare derkeve derva ü wiha axivi: "Beriya ve xizmeteke wiha tunebü. Bi saya şaredariye traşa mere min te kirin. Bi rasti ji ew bi şefqete vi kari dike. Mere min nahele kes wi traş bike. Bi tene dema ew te destüre dide wi. Xizmeteke geleki baş e." -



 
Latest News





 
 
Top News