Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 26/04/2024 15:38 
News  > 

Xwendekarên Şirnexî bi vejena tavê wesayît çêkir

10.12.2019 12:56

Li Cizira navçeya Şirnexe xwendekaren liseye wesayiteke ku bi vejena tave dixebite ü di saeteke da 40 kilometre re diçe, çekir.

Li navçeya Cizire xwendekaren pola 11emin en Beşa Elektrik Elektronike ya Koleja Bilim Teknike Halil İbrahim Tutuş ü Abdurrahman Umdi di çarçoveya "Projeya Dahiyen Paşeroje" da bi piştgiriya mamosteyen xwe wesayiteke ku bi vejena tave dixebite çekir.

İdareya dibistane ji bo çekirina wesayite 30 hezar lire piştgiri da. Giraniya wesayite 250 kilo ye ü di saeteke da 40 kilometre re diçe. Ku bataryaya we tiji be, 170 kilometre re diçe.

Mamosteye Elektrik Elektronike Orhan İverendi daxuyani da nüçegihane AAye ü got ku 4 panelen ser wesayite 570 volt vejene çedike ü wiha dewam kir:

"Ev vejen tera 6 akuyan dike. Ev pergal bi vejena tave dixebite ü tu zirare nade hawirdore. Em wek mamoste me piştgiri da fikren xwendekare xwe ü wesayiteke wiha derket meydane."

Midüre Koleja Bilim Teknike Kemal Bagci ji got ku proje di 3 mehan da kuta bü ü ew guh didin projeyen xwendekaren xwe ü wan piroz dike.

Xwendekar Halil İbrahim Tutuş ji got ku düye egzoza wesayitan hawirdore pir qirej dike ü wan ji ji bo ve xwest ku wesayiteke ku bi vejena tave dixebite çekin.

Abdurrahman Umdi ji got ku ew kefxweş e ku di projeye da cih girt ü di paşeroje da ji van wesayitan we pir zede werin xebitandin. -



 
Latest News





 
 
Top News