Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 26/04/2024 13:50 
News  > 

Xortê ku rûyê wî şewîtiye dixwaze vegere jiyana ku lê hatiye qewirandin

29.11.2021 16:41

Ebdurezaq Rîduşê ji Sûriyeyê yê ku rûyê wî şewîtiye dixwaze vegere jiyana ku lê hatiye qewirandin û wek însanên din bijî.

Ebdurezaq Riduşe 23 sali ye ji İdliba bajare Süriyeye ye dema he di qundaxe da büye ji ber şewate dest ü rüye wi şewitiye niha li Tirkiyeya ku xwe spartiye hevi dike be tedawikirin.

Riduş dema he dergüş büye rüye wi ji ber şewata sobeye şewitiye ü ji wir pe va jiyana wi pir zehmet dewam kiriye.

Riduş dema dest bi dibistane kiriye ji ber hinceta zaroken din li rüye wi diniherin ditirsin ji dibistane hatiye qewirandin ü edi neçüye dibistane.

Ji ber ku meriven din ji rüye wi ditirsin ü dile xwe diqelibinin jiyana wi li male derbas büye.

Pişti şere navxweyi ya li Süriyeye wi di 2018an da mala xwe ya li İdlibe terk kiriye ü di sala 2019an da ji xwe spartiye Tirkiyeye ku be tedawikirin.

Xorte ciwan 22 sal e ji ber ku rüye wi şewitiye nikare çaven xwe bigire ü raze, ev ji dibe sedema gelek pirsgireken tenduristiye ü baş nabine.

Riduş li Enqereye ji düri malbata xwe diji ü bi berhevkirina plastikan ü firotina wan debara xwe dike.

Tekane xeyala wi ew e ku ew ji wek meriven din jiyaneke normal biji ü ji civake neye qewirandin.

"Dema insan gunehe xwe bi min tinin ü wisa min diniherin dile min dieşe"

Riduş ji nüçegihane AAye ra daxuyand desten wi ü rüye wi dema dergüş büye şewitiye, doxtoran gotiye pişti 5 saliya wi ewe be emeliyatkirin ü wiha axivi: "Le Süriyeye tip ewqas peşva neçü ü ez nehatim emeleyatkirin. Emeliyaten estetike pir biha ne ü aboriya me ji nebaş e. Ez bi malbata xwe ra diaxivim ü hevi dikim rojeki tedawi bibim ü bigihejim wan. Dema insan gunehe xwe bi min tinin ü wisa min diniherin dile min dieşe. Ez naxwazim edi insan bi wi çavi li min biniherin. Ji ber ve ez roje nikarim derkevim derva, tim li male me. Dixwazim bixebitim le nabe."

Riduş got ew tene rojeke çüye dibistane ü wiha axivi: "Mamosteye min re li ber perwerdeya min girt, hema wisa diqeriya. Ji bo ku ez ji li ber xwer nekevim bave in ji got neçe. Ez ji ber ve rewş pir qehirim. Li derva ji her tim insan ji min dipirsin ku ez çawa ketime li vi hali, çawa birindar büme ü çave min dibinin an na. Ez ji behsa serpehatiya xwe dikim."

"Çareya min tene tedawi ye"

Riduş destnişan kir, ew dixwaze weki insanen normal biji ü wiha dewam kir:

"Ez edi naxwazim cuda bixuyem. Ez naxwazim gunehe merivan bi min were ü wisa li min biniherin. Tesireke mezin li ser min çedibe. Ji bo ku ji nerinan aciz im, naxwazim ji male derkevim. Pir dijwar e ku meriv ve rewşe qebül bike, çareya min tene tedawi ye. Ez li ve dere li nexweşxaneyan geriyam, le dibejin ku tedawiya min zehmet e. Nexweşxaneyen taybet ü cerahen plastik ve tedawiye dikin."

Riduş diyar kir ku ew qismeki debara xwe bi alikariyan dike ü wiha dewam kir, "Tişta ku min bi jiyane va gire dide heviya min a tedawiye ye. Ez ji bo ku serkefti bibin ü tedawi bibim, ez pir hewildane didim. Lebele tedawi pir biha ye. Li nexweşxaneyen Tirkiyeye ji gotin ku cerahe plastike tuneye. Ji ber ku tedawiya min pir biha ye, kes nikare bibe alikar. Ez her şev tedawiya xwe difikirim. Fikr ü fikar nahelin xew tekeve çaven min. Ez razem ji nikarim çave xwe bigirim. Çave min vekiri diminin."

Ciwane Süriyeyi got ku ew dixwaze denge xwe bigihine her kesi ü spasiya miqamen Tirk ji kir.

Riduş got, "Ez ji bo debara xwe bikim, hindik be ji diçim ser çope ü tiştan berhev dikim. Nezi hefteyek bere çüm. Em carinan li ser çope plastikan berhev dikin ü difiroşin. Zede tiştek je naye. 10 lire filan je te." -



 
Latest News





 
 
Top News