Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 26/04/2024 01:35 
News  > 

Xizangvanên Gola Çildirê li benda berfê ne

12.01.2021 10:26

Xizangvanên ji ber tunebûna berfê jî şemetokî ye nikarin turîstan bigerînin, bi hesret li benda barîna berfê ne.

Xizangvanen Gola Çildire ku bi çar çavi li benda barina berfe ne her roj hespen xwe derdixin derva, amade dikin ü dixwazin ku li ser gole dest bi kare gerandina turistan bikin.

Ji ber hewaya sar a di rojen dawin da rüye gole bi tevahi cemed girt le berfa ku dihat payin we bibare he ji neketiye erde ü ev ji bi keri xizangvanan naye.

Xizangvan xwediyen hespan dixwazin turistan li ser gola cemed girtiye bigerinin le ji ber ku cemed bi tena sere xwe ji bo xizangen hespan şemetoki ye ew nikarin bi riheti kare xwe bikin.

Xwediyen hespan ji bo ku heywanen wan bi xizang kişandine li ser xwe biminin car caran wan derdixin ser cemeden keviya gole ü hedi hedi wan digerinin.

"Gole zü qeşa girt"

Ufuk Adaye xizanvaniye dike daxuyani da nüçegihane AAye ü got ku isal rüye gole li gor salen bere zü cemed girt ü niha di asta ku dixwazin da ye ji ü wiha domand: "Gola Çildire li gor sala par him zü cemed girt ü him ji stüriya cemede tam li gor daxwaza me ye. Bi cemedgirtina we em kefxweş bün le ji ber ku berf tuneye ji em xemgin in lewra nalen hespan ji tere nakin. Em zede bi lez nikarin biçin ü nezi perave hedi hedi li ser cemede digerin. Xizmeta me bi qasi dera ku hesp dikare biçe ye. Em bi çar açavan li benda berfe ne."

Ada diyar kir ku li hereme kesen hatine ü dixwazin weneyan bikişinin hene ü ew ji ji bo wan kesan li keviya gole tür diavejin ü wiha pe da çü: "Bi dehan xizangvanen hespan li bende ne ku berf bibare. Koma me ji 5 kesan pek te ü bi tene ez hatim. Awaye li bende me em nikarin kar bikin lewra em li ser gola cemed girti heta cihe ku dixwazin herine, nikarin herin. Stüriya cemede di asteke baş da ye ü le ji bo ku nale hespe bigire dive berf ji hebe. Heke berf nebe hesp geleki diwestin lewra dema berf tunebe nal cemede nagire ü heywan ji zehmetiye dikişine."

Li ser Gola Çildire her zivistan bi xizangen hespan turist ten gerandin ü sala ku berf bibare ser cemeda gole kare xwediyen hespan him hesantir ü him ji bi berekettir dibe. Lewra hesp dema berf hebe bi riheti gav diavejin li dema cemed be bi tirs tevdigerin ü zede peşva naçin. -



 
Latest News





 
 
Top News