Nehro Reşide muzehib ü xetate ji Iraqe li Silemaniya bajare Reveberiya Herema Kurdistana Iraqe (HKI) be pere xet, tezhib ü nexşen hemü mizgeften li bajer çedike.
Reşid dema xemlen mizgefta teze te avakirin a li Silemaniye çedikir pirsen nüçegihane AAye bersivand ü got eleqeya ku nişani ve hunera qedim a kemzede hezar sal e li alema İslame heye didin her diçe kem dibe, ji bo ve li ber xwe dikeve ü wiha axivi: "Mixabin xet ü tezhib li HKIye te jibirkirin. Bere ji van deran gelek hunermend derdiketin lebele nika siyasetmedar eleqeya ku lazim dike nişani mijare nadin ü piştgiriye nadin."
Reşid ji bo ku xet ü tezhiba xemla mizgeftan hini ciwanan bike li bajer komek ava kir ü wiha pe da çü: "Ji bo van huneren klasik en ten jibirkirin hini nifşen teze bikim hewl didim. Dixebitim ku van huneran hini kesen eleqeye nişan didin ü dixwazin hin bibin, bikim."
Reşid diyar kir ku xemla hemü mizgeften li Silemaniye ten avakirin be pere çedike, nika ji xet, nexş ü tezhiben mizgefta mezin a ku li bajer he te çekirin dinexişine.
Reşid got ji bo ku xet ü tezhib li hereme neyen jibirkirin ü qimete bibinin tekoşine dide ü wiha pe da çü:
"Ji bo van huneran sebr ü fedakariyeke mezin lazim dike. Ji seri hetani bini bi destan te çekirin. Kareke bi meşaqet e lebele zehf ji bi qimet e. Tu teknolojiyek nikare rihe van nexş ü xemlan bide. Weki minak, nexşen ku ez nika li ve mizgefte bi kar tinim nexşen Hemdi Amediye hunermende Kurd in ku di serdema dawin ya Osmaniyan da gihiştiye." -
|