Di nav welaten Ewropaye da welate ku heri zede misilman le hene Almanya ye ü misilmanen li we dere ji di meha remezane da heri zede diçin mizgeften le fitar ten dayin.
Navenda Gişti ya Yekitiya Tirk İslam a Karen Diyanete (DİTİB) her roj li Kolne ji bo heri kem hezar ü 200 kesi fitare dide.
Heri zede ji penaberen süriyi malbaten bi zarok ten mizgeften le fitar ten dayin.
Berbirse fitare ye DİTİBe Ekrem Ceşen diyar kir ku ji sala 1985an heya niha ew fitare didin ü deriye kone fitare li misilman, kesen mensüben din ü baweriyen din, penaber, kesen li kuçe ü kolanan dijin ü welatiyen Almanyaye ra vekiriye ü wiha pe da çü: "Ji vi deriya ki bikeve hündir mevane me ye. Em tu tişteki ji tu kesi napirsin. Herkes di ve meh ü rojen bixer da ji sifreya me ya fitare istifade dike."
Ceşen destnişan kir ku ji sedi 70yi kesen ten fitare misilmanen ji welaten biyani hatine ü li wir dijin, pek te.
Ki bizwaze dikare here ser sifreya fitare ya DİTİBe daniye ü ji we yeke istifade bike. -
|