Wezira Malbat, Xebat ü Xizmeten Civaki Zehra Zumrut Selçuke der bare nişanbara pevek a 3600i ya çave hin karmenden dewlete le ye da got: "Xebaten me yen li ser nişanbara pevek a 3600i bi Serokatiya Personelen Dewlete ü wezareten me yen din ra dewam dikin."
Wezir Selçüke di civina Saziya Ewlehiya Civaki (SGK) da ku li Tesisa Civaki ya Kavaklidereye hat kirin da bi endamen çapemeniye ra hat bal hev.
Wezir Selçüke bi bir xist ew verastkirina ku mijara hesankirina hildana mehaniya bekariye, zedekirina mehaniya teqawidan a dive heri kem hezar lire be ü gelek tişten din ji di nav da bün li Meclise hat qebülkirin ü wiha dewam kir: "Ewe mehaniya tu teqawidi di bin hezar lireyi da nebe, me mehaniya kesen bi sigorte ü xwediyen heq in ji verast kir. Ev yek ji we di meha sibate li ser mehaniyan be ditin."
Der bare mijara nişanbara pevek a 3600i da ji Selçüke got: "Xebaten me yen li ser nişanbara pevek a 3600i bi Serokatiya Personelen Dewlete ü wezareten me yen din ra dewam dikin. Sozeki ku Serokomare me da bü hebü ü inşeallah ev xebaten li ve dere dema biqedin em e bi raya gişti ra we yeke ji parve bikin." -
|