Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 25/04/2024 20:52 
News  > 

Xebatên kolandina Keleha Kefê wê dîrokê ronî bike

15.10.2021 12:57

Li Elcewaza navçeya Bidlise li Keleha Kefe ya ku ji dewra Urartuyan maye ü 2300 raqim bilind e, pişti 50 sali xebaten kolandina arkeolojiye dest pe kirin ü te payin ku ev xebat we diroke roni bike.

Bi destüra Wezareta Çand ü Turizme va xebaten kolandine bi serokatiya Midüre Muzeya Xelate Mikail Ercek ten meşandin. Xebat bi şewirmendiya zanisti ya Doç. Dr. İsmail Coşkune Endame Hindekariye ye Beşa Arkeolojiye ya Zaningeha Van Yuzuncu Yile dimeşe ü 15 kes wezifedar in.

Qrale Urartuyan Rusaye 2yem li quntara Çiyaye Sipan ye li aliye Gola Wane Keleha Kefe daye avakirin ü di kolane da parçeyen kevir ü seramik hatin ditin ü li ser van parçeyan nivisa mixi heye.

Doç Dr. Coşku ji nüçegihane AAye ra got ku ew kefxweş in ku li Keleha Kefe 50 sal şünda xebaten arkeolojik dest pe kirin.

Coşkun diyar kir ku wan di salona kelehe da dest bi kolane kir ü wiha dewam kir:

"Di ve çaviye da me tişten giring derxistin. Me belgeyek dit ku li ser nivisa mixi heye, disa seramikeke ku li ser bi nivisa mixi hatiye nivisin heye. Ev qesir heta beriya milade di sedsala 7em diçe. Me derxist hole ku agir bi kelehe ketiye."

"Li Qesre 30 ode hatin tesbitkirin"

Coşkun destnişan kir ku Rusaye 2yan e Qrale Urartuyan giringi dida xebaten avakirine, keviren li ve dere di vekolanen li hereme da ji nayen ditin, qral bi keviren andezit en daye anin va bi tene salon çenekiriye di heman deme da ji bo avakirina süre ji bi kar aniye.

Coşkun diyar kir ku pişti şewate qesr nehatiye xebitandin, talaneke mezin le hatiye kirin ü wiha pe da çü:

"Di xebatan da em dixwazin ku bermayiyen we heyame bibinin ü lingen fil disa rakin ser xwe. Ev kelheke 2650 sali ye. Rusaye 2yan di hema heri dewlemend a xwe da daye avakirin. Li qesre di vekolanen bere da 30 ode hatibün tesbitkirin lebele li gor me heri kem 100 ode hebüne. Plana me ew e ku sala peşiya me odeyen din ji derxin hole. Em e isal dora lingen fil vedin ü derxin hole. Armanca me ew e ku bi ve vekolane va tevkariye bidin heyama Urartuyan ü arkeolojiya Elcewaze. Der heqe bermayiyen di nav saziye da agahiyen me zede tunin. Em e der bare Urartuyan ü arkeolojiya hereme da agahiyen teze bibinin."

İsmail Demire Qaymeqam ji xebaten vekolane kontrol kir ü got, "Kelha Kefe ji avahiyen heri kevn en diroka mirovahiye yek e."

Demir got derxistina hole ya mekanen ji Urartuyan ra malxweyiti kirine ji bo navçe ü hereme geleki giring e ü wiha pe da çü: "Fikra min ew e ku vekolanen arkeolojik en li ve dere ew e tevkariye bide turizm ü sektoren din en li ve dere. Ji mamosteyen ku vekolane didominin ra sipas dikim." -



 
Latest News





 
 
Top News