Xaliçeya heri mezin a Qesra Dolmabahçeye ku 124 metreqare ye, li Koşka Yildiz Şaleye te restorekirin.
Xaliçeya Qesra Dolmabahçeye 119 sali ye ü di koleksiyona xaliçeyan a Serokatiya Qesren Neteweyi da cih digire.
Xaliçe ya Salona Muayedeye ye ku li ve dere merasimen qesre ten lidarxistin. Xaliçe di sala 1902ye da di heyama Ebdulhemide 2yem da li Fabirqeya Resine ya Herekeye taybet hat çekirin. Li ser xaliçeye neqşen pirpişi hene ü bi rebaza gilekirina Tirkan ü tayen direj en pembü hatiye çekirin. Xaliçe bi şewaza Ewropayi hatiye çekirin ü li ser gelek neqşen rokoko hene.
Li Koşka Yildiz Şaleye atolyeyeke taybet hat avakirin ü xaliçe li vir te restorekirin ü 8 kes di restorasyone da dixebitin.
Mustafa Koksale berpirse Atolyeya Xaliçeye ya Koşka Yildiz Şaleye der heqe xaliçeye da aghiyen wiha dan:
"Xaliçe büye şahide 119 salan. Tave hin deren we zer kiriye ü qemitandiye. Me 4 meh bere bi kadroyeke va dest bi xebatan kir. Dile me heye em bi tevahi 8 mehan da temam bikin. Tayen ve dere li gor nimreya renge xaliçeye ten boyaxkirin. Me ve gave ji sedi 50ye temirate kuta kiriye. Pişti restorekirine em e li cihe we raxin. Giraniya xaliçeye nezi toneke ye." -
|