Wezareta Parastina Neteweyi ragihand ku idiayen weki "Arteşa Tirkiyeye çeke kimyayi bi kar ani" yen ku di çapemeniya derva da hat rojeve bi temami derew in.
Di parvekirina ji ser hesabe Twittere da hat diyarkiirn ku di plankirina ü icrakirina Herekata Kaniya Aştiye da tene sitargeh, kozik, çek, amüren teroristan hedef hatin girtin, ji bo ku kesen sivil/mesüm, avahiyen diroki, çandi, dini yen di herema herekate da, tesisen binesaziye ü hawirdor zirar nebine geleki baldar in ü hesas tevdigerin.
Di daxuyaniye da wiha hat gotin:
"İdiayen aliyen dixwazin ku şeht li serkeftina Arteşa Tirkiyeye bidin bi taybeti li çapemeniya derva tinin rojeve yen weki 'Arteşa Tirkiyeye çeke kimyayi bi kar ani bi temami derew in. Arteşa me cebilxaneye ku ji hela hiqüq ü peymanen navneteweyi va hatine qedexekirin nayen bikaranin. Muhimateke wiha di envantera Arteşa Tirkiyeye da tune." -
|