Wezire Tenduristiye Fahrettin Koca daxuyand ji iro pe va ji bo pesendkirina bikaranina bilez serledana aşiya Kovid-19e ya inaktif ya xwemali TURKOVACe hat kirin, ew hevi dikin heta sal neqede ew edi bikaribin aşiye bi kar binin.
Koca di Komisyona Plan ü Budçeye ya TBMMye da der bare budçeya sala 2022yan da axivi ü mizginiya aşiya xwemali da.
Wezir Koca ji bo TURKOVACe wiha got: "Ji bo pesendkirina bikaranina bilez serledana aşiya Kovid-19e ya inaktif ya xwemali TURKOVACe hat kirin. Em hevi dikin heta sal neqede ew edi be bikaranin. Aşiya me ya xwemali ji bo welat ü gele me, ji bo hemü dinyaye li ser xere be."
Ji bo kontrola SMAye ji Koca wiha got: "Me xebaten xwe yen kontrola SMAye seba beri zewace ü dergüşen nübüyi temam kirin. Xebaten me li hemü welet beriya sal biqede we dest pe bikin."
Koca got keda xebatkaren tenduristiye gelek e ü ew dizanin ku çiqas bi fedakari te kirin ü wiha axivi: "Em dixwazin pereyen zede yen sabit en ji bo doxtoran zede bikin ü ve ji budçeya gişti xerc bikin." -
|