Wezire Karen Derva ye Rüsyaye Sergey Lavrov ji bo çend hevditinen fermi gihişt Azerbaycane ü herwiha peşiye ji aliye Serokomar İlham Aliyev va hat peşwazikirin.
Li gori daxuyaniya Serokomariya Azerbaycane, Aliyev di hevditine da xeber da ü diyar kir ku ew ji asta peywendiyen Azerbaycan ü Rüsyaye xweş in.
Aliyev bal kişand ku ewe di siberoje da potensiyela hevkariye xurtir bikin.
Aliyev disa got ku ewe li ser şere Ermenistan-Azerbaycane ü pevajoya çareserkirina keşeya Qerebaxa Çiya rawestin ü wiha got, "Azerbaycan dixwaze ev pirsgirek di kurtedemeke da bidawi bibe."
Wezire Karen Derva ye Rüsyaye Lavrov ji ragihand ku hecma bazirganiya di navbera Rüsya ü Azerbaycane da isal di 9 mehen peşiye da ji sedi 60 zede bü.
Lavrov qala pevajoya çareserkirina keşeya Qerebaxa Çiya ji kir ü wiha xeber da, "Em weki endameki Koma OSCE Minsk a Seali dixwazin ku ev girek be vekirin ü di pevajoya çareserkirina keşeya Qerebaxa Çiya da peşvaçün çebe."
Lavrov we li Azerbaycane di çarçoveya hevditinen fermi da ligel Wezire Karen Derva Elmar Memmedyarov ji bicive. -
|