Wezire Parastina Neteweyi Hulusi Akar der bare erişen PKK/YPGya rexistina terore yen ji bakure Süriyeye ten kirin da wiha got: "Çi hewce dike gava dema we were we di serokatiya birez serokomare me da be kirin. Bira gumana kesi je çenebe."
Akar bi Sererkan Orgeneral Yaşar Guler, Fermandare Hezen Bejayi Orgeneral Musa Avsever, Fermandare Hezen Behre Oramiral Adnan Ozbal ü Fermandare Hezen Esmani Hasan Kuçukakyuz, Alikare Wezir Yunus Emre Karaosmanoglu ra beşdari merasima vekirina Sala Perwerde ü Hindekariye ya 2021-2022yan a Zaningeha Parastina Neteweyi bü.
Wezir Akar bi revebiren eskeri ü akademiye yen zaningehe ra civinen nirxandine kir.
Di civinan da Akar got ew geşedanen li bakure Süriyeye, Ege, Behra Spi ü Qibrise ji nez va dişopinin ü wiha dewam kir: "Çi hewce dike gava dema we were we di serokatiya birez serokomare me da be kirin. Bira gumana kesi je çenebe. Tawiz ü devjeberdana tekoşine tune. Parastina heq ü hiqüqa gele me ye biesl deyne stüye me ye. Ji bo ve heta iro çi hewce dikir me kir ü em e disa bikin." -
|