Wezire Karen Navxweyi Suleyman Soylu der bare wezifedarkirinen li şaredariyen bajaren mezin yen Diyarbekir, Merdin ü Wane da wiha got: "Wezifeya sereke ya hiqüq ü demokrasiye ew e ku rayen pak yen gel bi terore nedin istismarkirin."
Soylu dema ji bona Civina Nirxandina Koçberiye ya Enqereye ku li Mala Wilayetan ya Golbaşiye te lidarxsitin hat daxuyani da rojnamevanan ü der bare wezifedarkirinen li şaredariyen bajaren mezin yen Diyarbekir, Merdin ü Wane da axivi.
Wezire Karen Navxweyi Soylu destnişan kir wezifeya sereke ya hiqüq ü demokrasiye ew e ku rayen pak yen gel bi terore nedin istismarkirin ü wiha got: "Kesen dixwazin di navbera teror ü demokrasiye da reyeke meşrü vekin xemsariye dikin."
Soylu diyar kir kesen dixwazin hilbijartibüne ü demokrasiye bikin qada müafiyeta terore helbet xetayeke mezin dikin ü wiha axivi: "Kesen dixwazin em li hember terore bedeng bin xwe dixapinin. Li hember kesen dixwazin teror ü terorizme bi taybeti bi rayen helal yen gel di şaredariyan da bi ci bikin dewlet, regez, hiqüq ü Destüra Bingehin bedeng namine ü heviyeke bi vi rengi şaşiyeke mezin e."
Wezire Karen Navxweyi Soylu destnişan kir bi taybeti xwestin bi reya şaredariyan Tirkiyeye bikin navenda terore ü wiha got: "Regez, Destüra Bingehin ü qanünen şaredariyan cewabeke dan ü gotin 'Careke din vi tişti dubare nedkin.' Le kesen dixwazin demokrasi ü hiqüqe qirej bikin bi gotina rast seri ji dewlete ra radikin, demokrasiye istismar dikin ü rayen helal yen gel qirej dikin." -
|