Wezareta Tenduristiye ya li Xezeye daxuyand, li Beyt Lahiyaya bakure Xeta Xezeye 2 dergüş ji birçina mirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Tenduristiye ya li Xezeye hat dayin, gelek dergüşen ku ji ber birçibün ü dehidrasyone (kembüna ave) talükeya wan heye anin Nexweşxaneya Kemal Edwane ya li Beyt Lahiyaye.
Di daxuyaniye da hat gotin ku li Xezeye bi hezaran zarok ü jinen ducani ji tibün ü birçibüna dimirin ü wiha dewam kir, "Li Nexweşxaneya Kemal Edwane 2 dergüş ji birçina ü ji ber kembüna ava laş mirin."
Di daxuyaniye da bangewaziya alikariye hat kirin ü wiha hat gotin, "Em bangi saziyen navneteweyi dikin, li sitargehen ku kesen ji ci ü waren xwe büne le diminin, kontroleke tibi ya berfireh bikin da ku felaketeke insani çenebe. Lewra ji ber kembüna ava laş ü birçibüne meriv tengasiye dikişinin. Dive ew werin tedawikirin ku peşi li ber felaketeke insani were girtin." -
|