Weqfa Maarife ya Tirkiyeye li Hewlera bajare Herema Kurdistana Iraqe Koleja Erbile ya İhsan Dogramaci dewr hilda ü dest bi fealiyeten perwerdeye kir.
Direktore Iraqe ye Weqfa Maarife Muhammet Emin Şimşek daxuyani da nüçegihane AAye ü got ku wan wek Weqfa Maarife ya Tirkiyeye li Hewlere dibistana seretayi vekir ü ev dibistan wek peşdibistan, dibistana seretayi, dibistana navin ü liseye dikare perwerdeye bide ü hezar ü 500 xwendekaran hildide.
Şimşek got ku perwerdeya dibistane di meha tebaxe da dest pe dike, wan hemü karen dibistane temam kirine ü ji bo heyama perwerde-hindekariye ya 2018-2019an qeyden xwendekaran dest pe kirin.
Şimşek diyar kir ku li giştiye Iraqe cara ewil wan li Hewlere dibistana Maarife vekir ü rasti eleqeyeke mezin hatin ü wiha dewam kir: "Ve gave 278 xwendekaren me hene. Me dest bi qeyda xwendekaran kir. Him welatiyen Tirk him ji welatiyen Iraqe eleqeyeke mezin nişan didin."
Şimşek destnişan kir, xwendekaren ku we ji vir mezün bibin, we li Iraqe seba hevkeşiye we tengasiye nekşinin.
Şimşek bal kişand ser we yeke ku xwendekaren di dibistana Weqfa Maarife da li Hewlere perwerde dibin, we li Tirkiyeye ji peşiya wan were vekirin ku bi reheti bixwinin ü wiha dewam kir:
"Li dibistanen me Ereb, Tirkmen, Kurd, Tirk ü mileten din, mensüben dinen cuda hene."
Li derveyi welet ji 100i zedetir dibistanen Weqfa Maarife ya Tirkiyeye hene ü hejmara xwendekaren dibistanan ji ji 10 hezari derbas dibe. -
|