Şaredariya Bajare Mezin a Şanliurfaye weneye isot, fistiq ü kelheneken weki nirxen bajer ten zanin li ser pülen PTTye çap kirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajare Mezin hat dayin, şaredariye bi saya hevkariya PTTye weneye 18 nirxen cuda yen bajer li ser pülan çap kir. PTTye 20 hezar 550 pül dan çapkirin ü teslimi şaredariya bajer ya mezin kir.
Li ser pülan weneyen Gobeklitepe, Heran, Xelfeti, Balikligol, Geliye Takorane yen turistik, isot, fistiq ü kelhenekan hene.
İsmail Çizikçiye Midüre Sereke ü Faik Denize Midüre Bazargeri ü Firotine ye PTTye pülen çapkiri teslimi Abdulkadir Açare Sekretere Gişti ye Şaredariya Bajare Mezin a Şanliurfaye kirin.
Açar daxuyani da ü got ku ev xebat ji bo turizma bajer projeyeke geleki giring e ü wiha axivi:
"Şanliurfaya me bajareki xwedi dirokeke 12 hezar salan e ü ciyeki qedim ü taybet e. Me pülen xwe ji sermidüre PTTye teslim hildan. Xebaten me yen bona nasandina bajer we dewam bikin. Ji ber ve xebate ez spasiya hemü hevalen xwe dikim." -
|