Weneye Gola Wane ye ku ji fezaye hatiye kişandin di peşbaziya weneyan a online ya ku Ajansa Hewageri ü Fezaye ya Amerikaye (NASA) li dar xist da bü yekemin.
Peşbaziya weneyan a online ya bi nave "Turnüvaya Cihane" ya ji aliye NASAye va hat lidarxistin isal di 8e adare da bi 32 weneyan hat peşkeşkirin.
Di peşbaziye da weneye Gola Wane ye ku ji hela Astronot Kate Rubinse va ji fezaye hatiye kişandin hemü dengan hilda ü bü yekemin.
Weneye Gola Wane ye ku Astronot Kate Rubinse di 12e İlona 2016an da ji fezaye kişandiye ü weneye sterken li ser Parzemina Amerikaye ne ku Astronot Don Pettit di 2012yan da kişandiye di nav 32 weneyan da ji bo finale mabün.
Dengdayina weneyan li se rmalpera internete ya "earthobservatory.nasa.gov/tournament-earth"e çebibü ü bi saeta heremi ya Amerikaye di saet 12.00i da dawi bübü.
Dema wene ji bo finale mabü li ser malpera internete ya NASA Earthe wiha hatibü gotin: "Ev weneye gole ye bisoda di finala çaryeke da ji sedi 94e dengan hilda ü amadehiye dike ku di finale da ji heman tişti bike."
Peşbirk li Tirkiyeye ji nez va hatibü şopandin
Ji ber ku Gola Wane di peşbirkeke navneteweyi da cih girt li welet geleki olan da.
Ji bo ku Weneye Gola Wane bibe yekemin Alikare Serokomar Fuat Oktay, Emine Erdogana jina Serokomar Recep Tayyip Erdogan, Wezire Karen Navxweyi Suleyman Soylu, Wezire Bajarvani ü Hawirdor Murat Kurum ü Waliyie Wane Mehmet Emin Bilmez di seri da gelek kes, sazi ü rexistinen civaki yen sivil banga piştgiriye kiribün.
Şaredare Edremite İsmail Say ji Astronot Kate Rubinse vexwendibü Wane ku mazuwaniya we bikin.
Di weneye ku astronote NASAye kişandiye da li Korfeza Erdişe av herikiye ü ev pir zelal dixuye. Ev di tu gole da wiha zelal naxuye. Lewra bi sodaye spitayiyek çebüye ü ev li dora hev ziviriye. -
|