Misr, Mirektiyen Ereban en Yekbüyi (MEY), Bahreyn, Filistin ü Yemene di büyera biryaren ku pişti li konsolosxaneye kuştina Cemal Kaşikçiye rojnamevane Siüdi da de piştgiri dan Erebistana Siüdi.
Di daxuyaniya niviski ya ku ji Wezareta Karen Derve ya Misre hat dayin de hat diyarkirin ku ji ber encamen ewil en lepirsina doza Kaşikçi de memnün bün. Di daxuyaniye de hat gotin ku biryar ü tevdiren ku Qrale Erebistana Siüdi Selman bin Ebduleziz sitandin li gor prensiben hiqüqe ü tetbiqkirina edalete ye.
WAMa ajansa nüçeyan a MEYe ji da zanin ku piştgiriye dide daxuyaniya Erebistana Siüdi ü biryaren Qral Selman hewceye pesndayine ye.
Di nüçeye de pesna biryaren ku Qrale Erebistana Siüdi der bare kuştina Kaşikçi de sitandin hat dayin ü hat ragihandin ku van biryaran pek anin ku edalet be tesiskirin ü rastiyan derxinin hole.
WAFAya ajansa nüçeyan a Filistini ji da zanin ku Erebistana Siüdi ya bin serokatiya Qral Selman ü Prense Weliaht Mihemed bin Selman de de wek dewlete edalet ü prensibe bimine.
Birevebiriya Erebistana Siüdi eşkere kiribü Kaşikçiye ku di 2ye cotmehe de pişti ku ket Serkonsolosxaneya Stenbole je xeber nehat sitandin "di encama raqeşiya ku li konsolosxaneye qewimi de mir."
Di nüçeya ku di ajansa fermi ya Erebistana Siüdi SPAye de ci girt de hatibü idiakirin di encama lepirsina ku Serdozgeriya Erebistana Siüdi kir de dema ku Cemal Kaşikçi hat Serkonsolosxaneya Stenbole "bi welatiyen Erebistana Siüdi yen din en wir re ketiye navniqaşe, niqaş guheriye rageşiye ü di encama ve de Kaşikçi miriye." -
|