Ji erdnigariya Ereb, Quweyt, Behreyn, Mirektiyen Yekbüyi yen Ereb, Fas ü Libnane bertek nişani erişen ku İsraile di 5e Tebaxe da bir ser xeta Xezeye.
Wezareta Karen Derva ya Quweyte daxuyani weşand ü ragihand ku ev erişa ji ali hezen dagirker va te kirin ü sedema kuştina gelek kesan e awayek tund şermezar kir.
Behreyn
Wezareta Karen Derva ya Behreyne ji di daxuyaniya weşand da erişen İsraile yen li ser xeta Xezeye ten kirin şermezar kir ü hewla Misre ya ji bo agirbeste nişan dide ji piroz kir.
Umman
Ummane ji erişen İsraile yen li ser Xezeye şermezar kir ü di bangewaziya xwe da xwest ku bila dawi li dagirkeriye be, aşti pek be ü di mijara mafen meşrü yen gele Filistine da xwest ku bila civaka navneteweyi maye ji dest te bike.
Mirektiyen Yekbüyi yen Ereb
Wezareta Karen Derva ya Mirektiyen Yekbüyi yen Ereb destnişan kir ku dive rageşiya li ser xeta Xezeye be kemkirin ü bangewaziya nermbüne kir.
Fas
Wezareta Karen Derva ya Fase ji di daxuyaniya weşand da ragihand ku ew rewşa li ser xeta Xezeye awayek bi fikar dişopinin ü hat gotin ku Qrale Fase Mihemede 6emin ji ji bo pekhatina agirbeste bang kir.
Libnan
Libnane ji erişa İsraile ya li ser Xezeye awayek tund şermezar kir.
Wezareta Karen Derva ya Libnane di daxuyaniya weşand da bangi civaka navneteweyi kir ku bila demildest dawi li ve erişe be ü ji Neteweyen Yekbüyi ji xwest ku bila sivilen Filistini li hemberi erişen İsraile ben parastin.
Ji ber erişen ku İsraile bir ser Xezeye bere ji Tirkiye, Qeter, Urdun, Tünis, Cezayir, Libnan, Libya, Misir, Yemen, Hizbullaha li Libnane, Erebistana Siüdi, İran, Teşkilata Hevkariya İslami, Yekitiya Ereb a Parlementoya Ereb ü Saziya Ezhere ya li Misre daxuyani weşandibün ü bertek nişan dabün.
Di erişen İsraile yen ku ji 5e Tebaxe vir va dest pe kiriye ü ev 3 rojin dewam dike heta niha 6 je zarok ü 4 ji jin bi tevahi 32 kes hatin kuştin ü 253 kes ji birindar bün. -
|