Li bajarokeke piçük a Spaniyaye wek kevneşopiyeke 300 salane hesp ser agir ra derbas kirin ü li gor baweriye hesp ji xerabi ü nexweşiyen ku ji hev ten hildan dipareze.
Li bajaroka San Bartolome de Pinarese ku ji aliye bakure rojhilate va 100 kilometre düri paytext Madride ye, kevneşopiya ku hespan ser agir ra derbas dikin, isal ji rengin derbas bü.
Di çarçoveya çalakiya ku je ra "Las Luminarias" te gotin da li dere ayin hat çekirin, keşiş hesp piroz kirin ü paşe li 20 cihen bajaroke bi çiloyen ter en daren çame va agir hat dadan ü hespan ser agir ra derbas kirin.
Li gor baweriye hesp ji xerabi ü nexweşiyan safi dibin ü paşe av ser agir da kirin ü dü derxistin.
Serjimara bajaroka San Bartolome de Pinarese 600 e ü di salen dawin da "Las Luminarias" bala mereqdar ü wenekeşan dikşine.
Ji aliyeki din va komeleyen mafen heywanan en li Spaniyaye bi hinceta ku hesp zirare dibinin kampanyan dimeşinin ku ev kevneşopi were qedexekirin. Li gor gele bajaroke hesp heri baş bi vi hawi ten parastin.
Ev kevneşopi ji sedsala 18an maye ü li gor baweriya Xiristiyanan Eziz Antone ku weki parezvane heywanan te qebülkirin dive her sal di 17e rebendane da were bibiranin. -
|