Berdevke Kremline Dimitriy Peskov: "Ji ber biryara Amerikaye ku li Giren Golane dixwaze desthildariya İsraile nas bike em xemgin in ü we ev biryar bi xwe ra encamen neyini bine. Washingtone gaveke nü avet ku hiqüqa navneteweyi binpe dike."
Peskov li paytext Moskovaye ji ber ku Donald Trumpe Seroke Amerikaye biryara li Giren Golane dixwaze desthildariya İsraile nas bike imze kir daxuyani da rojnamevanan.
Berdevke Kremline Dimitriy Peskov diyar kir ev biryara li Süriye ü Rojhilata Navin we bi xwe ra encamen neyini bine ü got ku em ji ber ve biryare xemgin in.
Peskov diyar kir Seroke Dewleta Rüsyaye Vladimir Putin we bi Mişel Ewne Serokomare Libnane ra ku serdana Moskovaye kir ra mijare gotübej bike.
Giren Golane yen li başüre Süriyeye ji Şere Şeş Rojan ya di sala 1967an vir va ji hela İsraile va dagirkiri ye. İsraile di sala 1981an da yekali destnişan kiribü Giren Golane ilhaq kiriye, le civaka navneteweyi biryara İsraile nas nake.
Trump duh biryara li Giren Golane dixwaze desthildariya İsraile nas bike imze kiribü. -
|