Warile nefta brent, pişti ku Erebistana Siüdi ragihand ku tedarika nefte ya li welet vegeriya asta beri erişe, li piyaseyen navneteweyi bi 63,75 dolari te firotan.
Warile nefta brent duh bi 63,74 dolari roj temam kir. Warile nefta brent iro sere sibe ji ji saet 00.44an pe va ji sedi 0,01 rabü ü bü 63,75 dolar. Di heman deme da warile nefta xav a Teksasa Rojava (WTI) ji bi 58,38 dolari hat firotin.
Roja ine pişti erişa diji tesisen şirketa nefte ya neteweyi ya Erebistana Siüdi Saudi Aramcoye ku ixracatvane heri mezin e dinyaye ye nefte ye, bihayen nefte qedera ji sedi 15an rabübün.
Seroke Ajansa Vejene ya Navneteweyi (IEA) Dr. Fatih Birol di hevpeyvina xwe ya zindi ya li ser malpera IEAye da, ku duh evare li ser mijara erişa diji du tesisen şirketa nefte ya neteweyi ya Erebistana Siüdi Saudi Aramcoye hat kirin, destnişan kir ku di piyaseya nefte ya kurewi da vega miqdara erze di we aste da ye ku tere dike ü wiha got, "Qedera 1,55 milyar waril stoqa rewşa bilez heye ku 15 rojan tera taleba nefte ya welaten endamen IEAye dike."
Birol destnişan kir ku ji dawiya tirmehe pe va 2,9 milyar waril stoqa endustri ya welaten endamen IEAye heye ü wiha destnişan kir, "Ji ve, 650 milyon waril amade disekine ku ji piyaseye ra were peşkeşkirin."
Li gori daneyen Reveberiya Enformasyona Vejene ya Amerikaye (IEA), stoqen nefta xav en bazirganiye yen li welet hefteya bori 1,1 milyon waril (ji sedi 0,3) zede bün ü derket 417,12 milyon warili. Piyase li bende bü ku stoq 2,49 milyon waril kem bibin. Stoqen nefta xav du hefte bere 6,9 milyon waril kem bübün.
Te destnişankirin ku di petrola brent da bi awaye tekniki mirov dikare navbera 63,80 ü 63,87 dolari weki navbera muqawemete, navbera 63,49 ü 63,61 dolari ji weki navbera piştgiriye bişopine. -
|