Ve hefteye 4e wan xwemali 8 film ew e tekevin vizyona sinemeyen Tirkiyeye.
"Glass"
Filma "Glass" weki dewama filmen "Nemir" ü "Parçekiri" hatiye kişandin. Di ve filme da James McAvoy, Bruce Willis, Anya Taylor-Joy, Sarah Paulson ü Samuel Jackson dilizin.
Di filme da David Dunne wezifedare ewlekariye li pey Kevin Wendell Crumpe xwediye 24 şexsiyeten cuda dikeve ü ji bo girtina wi pir hewl dide.
Derheneri ü senaristiya filme M. Night Shyamalan dike.
"Çiçero"
Derheneriya filma "Çiçero" Serdar Akar dike ü di filme da Erdal Beşikçioglu, Burcu Biricik, Ertan Saban, Murat Garipagaoglu, Tamer Levent, Mehmet Ulay, Çigdem Selişik Onat, Levent Ulgen, Mehmet Esen, Selen Ozturk ü Altan Erkekli dilizin.
Di filme da qala serpehatiyen İlyas Baznaye sixür e di dema şere Cihane ye 2yan da bi nave "Çiçero" te zanin dikin.
"Deyn ü Dü"
Derheneriya filma "Deyn ü Dü" Efe Hizir dike ü di filme da qala serpehatiyen Murate ku xwe dixe nav her kari ü hewl dide ji deyn ü düye xwe xilas bibe te kirin.
Di filme da Oguzhan Ugur, Melisa Akman, Burak Topaloglu, Gokçe Ozyol, Hasan Karakuş, Esma Soysal ü Esra Kucur dilizin.
"Dosten Eziz"
Tugçe Soyalpa derheneriya filma "Sitrana Gunde Me" ekiba we ve care filma "Dosten Eziz" kişandin. Di filme da qala serpehatiyen komek zaroken taxe dikin, zarok hewl didin parke ji Kazime Nerind bistinin.
Di ve filme da Murat Kepez, Ugur Govercin, Dinar Kahveci, Cihan Deniz, Nagihan Cemcir, Onur Umit, Oner Ateş ü Pelin Serin dilizin.
"Xaliçeya Babir ü Almasta Winda"
Senaryoya filma "Xaliçeya Difire ü Almasa Winda" ya animasyon ji pirtüka zarokan a Ole Lund Kirkegaard ya ku di sala 1975an da nivisiye hatiye hildan ü derheneriya filme Karsten Kiilerich dike.
"Meçetir: Nezr"
Derheneriya filma "Meçetir: Nezr" Alper Mestçi dike.
Di filme da Salih ü Metine hevalen hev derdikevin neçire ü qala tişten di dema neçire da ten sere wan dikin.
"Hema ü Peyv"
Derheneriya filma "Hema ü Peyv"e Jean-Luc Godard dike. Film ji 5 beşan pek te ü dimenen filme ji belgefilm ü xeberan hatine hildan.
Filme di Festivala Filman a Cannese ya 71i da "Xelata Palmiyeya Zerin a Taybet" hilda.
"Dizek"
Derheneriya filma "Dizek" Hirokazu Koreedaye derhenere Japoni dike ü nave filme ye orjinal ji "Shoplifters" e. Di filme da Lily Franky, Sakura Ando, Mayu Matsuoka, Jyo Kairi, Miyu Sasaki ü Sasuke Ikematsu dilizin.
Ve filme ji Festivala Filman a Cannese Xelata Palmiyeya Zerin hilda. -
|