Li salonen sinemaye yen Tirkiyeye ve hefteye 3 je xwemali 11 film dikevin vizyone.
Di filma Dema Tolhildane da Jason Statham, Josh Hartnett, Scott Eastwood ü Holt McCallany dileyizin ü Guy Ritchie derheneriya we kiriye.
Di filme da zilameki ku kure wi hatiye kuştin, peye kujeren kure xwe ketiye ü ji bo ku kujer bibine di firmayeke ku pereyan transfer dike da dest bi kar bike. Film li ser tekoşina ku zilam seba tolhildane dide, disekine.
Senaryoya filme ji aliye Ivan Atkinson, Guy Ritchie, Marn Davies ü Eric Besnard va hatiye nivisandin ü cureya we rageşi ü aksiyon e.
"Malbata Gucci"
Lady Gaga, Adam Driver, Jared Leto, Al Pacino ü Salma Hayek di filme da dileyizin ü cureya filme rageşi ye.
Ridley Scott derheneriya filme kiriye ü li ser malbata Gucci ya ku di qada modaye da navdar in, dike. Her wiha li ser kuştina Maurizio Gucci disekine.
Senaryoya we ji aliye Roberto Bentivegna ü Becky Johnston va hatiye nivisandin ü Dariusz Wolski derheneriya we ya dimene kiriye.
"Ez Tu Lenin"
Bariş Biçakçi ü Tufan Taştan bi hev ra senaryoya we nivisine. Mijara we wiha ye: Salen dür ü direj te xwestin ku li bajaroka Akçakocaye buste Lenin were çikandin. Le ji ber ku destüren burokratik nayen dayin, bust di depoyeke da vedişerin.
Bariş Falay, Saygin Soysal, Melis Birkan, Serdar Orçin ü Nur Surer te da dileyizin ü Tufan Taştan derheneriya filme kiriye.
"Tima Beredayi"
Can Sarcan derheneriya filme kiriye ü Tuna Arman, Zeynep Batur, Mert Topuz ü Yildiz Asyali te da dileyizin. Mijara filme wiha ye: Li kampuseke ceribandinek te kirin ü di encama we da şewba zombiyan dest pe dike.
"Dilşer"
Filma "Dilşer" ku Dany Boon, Philippe Katerine, Anne Serra, Samuel Jouy ü Sophie Verbeeck te da dileyizin, qala serpehatiyen nexweşeki ku di klinika psikiyatriye da xwe li dintiye datine ü peywirdare ku bi neçari le dinihere dike.
Ludovic Colbeau-Justin derheneriya filma ku berhemanina hevpar a Belçika ü Fransaye ye kir.
"Baxçeye Stenbole"
Filma "Bexçeye Stenbole" ya ku berhemanina Alman e, bi derheneriya İlker Çatak hat kişandin ü te da Emil von Schonfels ü Mekyas Mulugeta dileyizin.
"Seans"
Filma "Seans" derhenere we Simon Barrett e ü te da kesen weki Suki Waterhouse, Madisen Beaty, Inanna Sarkis, Ella-Rae Smith ü Stephanie Sy dileyizin.
Filma ku berhemanina Amerikaye ye namzede we yeke ye ku bala meraqdaren tirs ü xofe bikişine.
"Çiroka Veşarti ya Şeytan"
"Çiroka Veşarti ya Şeytan" filmeke din a biyani ye ku de ve hefteye bikeve vizyone. Derhenere filme Jess Norvisgaard e ü her wiha Bill Oberst, Linnea Quigley, Kane Hodder, Mary Katherine ü Kelley Wilson Robinson te da dileyizin.
"Azra"
Beyza Şenel derhenera filma "Azra"ye ye ü te da kesen weki Aşela Demir, Suada Şen ü Burak Kuçuk dileyizin. Filma tirsnak a xwemali qala serpehatiyen Azra ü Burak dike ku ji bo çend rojan diçin betlaneye.
"My Hero Academia The Movie: World Heroes Mission"
My Hero Academia The Movie: World Heroes Mission" qala serpehatiyen Deku ü tima wi ya lehengen super en profesyonel dike ku li diji gefeke nü tekoşine didin ku ji bo bajar ü insanan xetere ye.
"Enkanto: Dinyaya Sehre"
Filmeke din animasyon a hefteye "Enkanto: Dinyaya Sehre" ye ü Jared Bush, Byron Howard ü Charise Castro Smith bi hev ra derhenaniya we kirin. Film qala çiroka malbateke dike ku li ciyeki xweş ü nediti ye bi nave Enkantoye diji. -
|