Wezire Karen Derva ye Ukraynaye Dmitro Kuleba diyar kir, dema ku Rüsyaye di 2014an da Kirim bi awayeki dereqanüni ilhaq kir, tu amadehiyen wan tunebü, le ew ve care bi tevdir in ü ji NATOye daxwaz kir ku li hemberi Rüsyaye tengavkirin ji te da piştgiriya eskeri bide Ukraynaye.
Wezire Karen Derva ye Ukraynaye Kuleba li Bruksele biryargeha NATOye ziyaret kir ü bi Sekretere Gişti ye NATOye Jens Stoltenberg ra hevditin kir. Li biryargehe civina çapemeniye hat lidarxistin ü Kuleba ji bo piştgiriya ku da Ukraynaye spasiya NATOye kir.
Kuleba daxuyand ku Rüsyaye li ser sinore Ukraynaye, li heremen ku di bine dagirkeriye da ne ü li ser behre baregeha xwe ya eskeri zede kiriye. Kuleba destnişan kir ku Rüsya li diji Ukraynaye propagandaya xwe ji zede kiriye ü wiha dewam kir: "Di ve rewşe da Konseya NATO-Ukraynaye we li gor benda 15em a peymana NATO-Ukraynaye we bicive."
Kuleba der bare piştgiriya ku ji NATOye dixwazin da ji wiha got:
"Pediviya me bi tevdiren ku we Rüsyaye poşman bike, niyeta we ya erişkar sinordar bike, heye ü dive ev di asta operasyonel da be. Wek tevdir tengavkirinen nü yen ku we maliyeta erişkariya Rüsyaye zede bikin ji dibin. Seba xurtkirina qabiliyeta parastine ya Ukraynaye ji dikare piştgiri were dayin. Lewra em dizanin ku Rüsya nahele welaten din bi Ukraynaye ra di qada sektora parastine da tevakriye bikin. Rüsya ji bo ku qabiliyeten me yen parastine lawaz bike, çi ji dest te, dike." -
|