Bajare Kevnare ye Karkamişe li ser sinore Süriyeye ye ü te payin ku diroka İmparatoriya Hitite ü heyama Hitite ya ve axiriye roni bike. Bajar bi saya arkeoparka ku hat avakirin ji sala peş me pe va we li Herema Başüre Rojhilata Anadoluye seba türistan vebe.
Te plankirin ku Arkeoparka Bajare Kevnare ye Karkamişe di gulana sala peş me da vebe. Bi vekirina arkeoparke va guzergaheke din li türen Başüre Rojhilata Anadoluye zede dibe.
Waliye Gaziantebe Davut Gul daxuyani da nüçegihane AAye ü got ku Bajare Kevnare ye Karkamişe seba dewra Hitite çavkaniyeke giring e.
Gul wiha axivi: "Dem em li vi bajare kevnare dinherin, dibinin ku Gazianteb weke niha bere ji paytexte çand, medeniyet, abori ü dewlemendiye büye. Dema li ser mozaiqen hereme lekolin te kirin, disa dewlemendiya ser gastronomi ü muzike ji derte peş. Em li ser sinor in. Pişti ku li Süriyeye ewlehi çebibe ü heremen ewlehiye werin avakirin em e heremeke xweş bi turizme bidin qezenckirin."
Şaredara Bajare Mezin a Gaziantebe Fatma Şahine ji got ku Gazinteb bi 5 bajaren xwe yen kevnare va bajareki pir taybet e.
Şahine diyar kir, dema ku li ser bajaren antik en bajare Xazi lekolin te kirin, meriv rasti berhemen heri bedew en hemü heyamen wek Roma, Hitit, Osmani ü Selçüqiyan te, li bajer qada heri giring a diroki ji Bajare Kevnare ye Karkamişe ye.
Şahine destnişan kir ku Bajare Kevnare ye Karkamişe di encama keda 8 salan da derket hole ü wiha dewam kir:
"Em li Karkamişe pir xebitin ü me ani ve aste. Ji vir ü şünda em e di gulana sala peşiya me pe va ve dere ji hemü dinyaye ra vekin. Ev der we diroka Hitite ya ve axiriye roni bike. Kesen ku dewra Hitite meraq dikin, em dixwazin werin Karkamişe lekolinan bikin." -
|