Sekretere Gişti ye NATOye Jens Stroltenberg ji bo Operasyona Çiqle Zeytüne ya ku Arteşa Tirkiyeye (TSK) ü Arteşa Süriyeya Azad (ASA) li Efrine bireve dibin got: "Ji ber ewlehiye fikaren meşrü yen Tirkiyeye hene. Tu endameki NATOye bi qasi Tirkiyeye rasti erişen terore nehat. Tirkiye ji ber van fikaren ewlehiye xwedi heqe çareserkirine ye."
Stoltenberg li Bruksele di baregeha NATOye da civina çapemeniye lidar xist ü bi birxist ku hefteya bori Tirkiyeye der bare Operasyona Çiqle Zeytüne da agahi da NATOye ü got ku ew ji ji ber rüdanen li Süriyeye diqewimin her tim bi Serokomar Recep Tayyip Erdogan ü lideren Tirk ra di nav tekiliye da ne.
Sekretere Gişti ye NATOye Stoltenberg axaftina xwe wiha domand: "Em li bende ne ku Tirkiye mutefiken xwe yen NATOye agahdar bike ü ve bidomine. Ji ber ewlehiye fikaren meşrü yen Tirkiyeye hene. Tu endameki NATOye bi qasi Tirkiyeye rasti erişen terore nehat. Tirkiye ji ber van fikaren ewlehiye xwedi heqe çareserkirine ye le lazim e ve ji bi pivan ü bireje bibe seri."
Ji hela din va Sekretere Gişti ye NATOye Stoltenberg got ku ew ji hevditina di navbera Tirkiye ü Amerikaye da ten kirin gelek razi ye ü bi ve yeke ji kefxweş e. -
|