Donald Trumpe Seroke Amerikaye got heke İran li diji Amerikaye erişeke bike ew e bersiveke mezin bidin ü tehdit kir.
Trump li ser hesabe xwe ye Twittere hişyari da ü got heke İran erişi Amerikaye bike ew e encamen we yen mezin hebin.
Trump bal kişand ser idiayen dibejin reveberiya Tehrane ji bo heyfa kuştina General Qasim Silemani derxe pilana suiqesde dike ü wiha got: "Heke İran erişeke bibe ser Amerikaye ew e bersiveke 1000 qati zedetir bibine."
Trumpe Serok biryara xwe ya ji bo kuştina Silemani parast ü got ji ber ku "eriş pilan dikir, bü sedeme kuştina yekineyen Amerikaye ü bi salan bü sedeme kuştin ü eşan." ev biryar da.
Kuştina Silemani
Wezareta Parastina Amerikaye (Pentagon) diyar kiribü ku Silemani ü Ebu Mehdi el-Mihendise Alikare Seroke Heşdi Şebiye di 3ye rebendane da li nezi Balafirgeha Bexdaye bi erişe hatin kuştin.
Di erişe da Silemani, serbazen İrane ü Mihendisi ji tev 10 kes hatin kuştin.
Ayetillah Eli Xamaneye seroke dini ye İrane pişti erişe daxuyani dabü ü gotibü, "Bi çüyina wi kare ku wi dikir ew e xilas nebe ü reya wi ji neye girtin. Heyfeke mezin li benda sücdaran e." -
|