Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 27/04/2024 03:22 
News  > 

Trump ji bo berhemên Çînê terîfeya gumrikê ji sedî 5 zêde kir

24.08.2019 10:19

Serokê Amerîkayê Donald Trump: "Em ji Çînê ji bo berhemên ku bihayê wan 250 milyar dolar digire sedî 25 baca gumrikê distînin. Em ê vê terîfeyê ji 1ê cotmehê şûn da ji sedî 5 zêde bikin û derxin ji sedî 30. Em ji berhemên ku bihayê wê 300 milyar dolar digire ji sedî 10 bacê distînin.

Seroke Amerikaye Donald Trump got ku ew e ji sedi 5 baceke din ji bidin ser berhemen ku ji Çine itxal dikin.

Trump li ser hesabe xwe ye twittere daxuyaniyek parve kir ü got Amerika her sala bi sed milyaran zirar dike ü idia kir ku sedama ve ji politikayen reveberiyen beriya wi ne.

Trump wiha got: "Ji bo bazirganiyeke biedalet dive hevkeşi hebe. Çine ji bo berhemen Amerikaye terifeya baca gumrike zede kir. Dive ev tişt nekiriba."

Trump got ku ew ji ji 1e cotmehe şün da terifeya baca gumrike we ji bo berhemen Çine zede bikin ü wiha axivi:

"Em ji Çine ji bo berhemen ku bihaye wan 250 milyar dolar digire sedi 25 baca gumrike distinin. Em e ve terifeye ji 1e cotmehe şün da ji sedi 5 zede bikin ü derxin ji sedi 30. Em ji berhemen ku bihaye we 300 milyar dolar digire ji sedi 10 bace distinin. Em e terifeye ve bace ji derxin ji sedi 15. Ez ji ber eleqeya wan spas dikim."

Rageşiya bazirganiye ya di navbera Çin ü Amerikaye da

Seroke Amerikaye Donald Trump sere meha bori daxuyandibü ku wan ji bo berhemen Çine yen bihaye wan qasi 300 milyon dolari ne ji sedi 10 baca zede danine ü ew e ji 1e İlone pe va bikeve rewace.

Revebiriya Pekine ji li ser ve gotibü ewe ji li hemberi ve tevgere bi misle we gavan biavejin. Çine ji li ser ve duh ji bo berhemen ku ji Amerikaye ten ü 75 milyar dolar digirin we terifeya baca gumrike ji sedi 5e derxin ji sedi 10an. -



 
Latest News





 
 
Top News