Tirkmen ü ereben li Meclisa Bajer a Kerküka Iraqe xwestin Seroke Meclisa Bajer Rebwar Talebani ji wezifeye be dürxistin.
Qasim Hemzeye Endame Meclisa Kerküke di civina çapemeniye ya li meclise da wiha got: "Seroke Meclisa Bajer Rebiwar Talebani dive ji wezifeye be dürxistin."
Hemze got dema Talebani li ser wezifeye büye biryaren ku di navbera Kerkük ü hikümeta Bexdaye de büne sedema pirsgirekan imze kirine ü wiha dewam kir:
"Talebani di dema wezifeya xwe da li gor telimata partiya siyasi ya ku endame we ye biryar dan. Ji meheke vir va ye ji nehatiye ser kare xwe. Em dixwazin wezifeya Talebani endameki tirkmen hilde ser xwe. Dive meclis nekeve betlaneye, lewra hin biryaren ku ji bo hin xizmet bigihijin gel bikevin rewace hene."
Der bare daxwaza endamen kurd en meclise ku dibejin bila civinen meclise li dervayi Kerkuke ben kirin da ji Hemze got ev ne qanüni ye ü li hember ve daxwaze sekini. -
|