Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 25/04/2024 02:08 
News  > 

Tirkiye ji bo şewba Kovîd-19ê di tevdîrên girseyî da ji Ewropayê zûtir hereket kir

09.04.2020 10:27

Piştî ku li welêt waqieya ewil hat tesbîtkirin û şûnda, Tirkiyeyê pêşiya welatên Ewropayê yên wek Îtalya, Spanya, Almanya, Fransa û Îngiltereyê ku nifûsên wan nêzî hev in, tevdîrên girseyî hilda ku vîrus bela nebe Piştî derketina waqieyên ewil Îtalyayê 39 roj şûnda, Spanyayê 40 roj...

Tirkiye ji bo ku virusa koronaye ya nü (Kovid-19) bela nebe, tevdiren seba kemkirina hereketen girseyi li gor welaten Ewropaye zütiri hilda.

Li welaten Ewropaye di çarçoveya peşilegirtina şewba Kovid-19e da 39 ü 54 roj pişti derketina waqieyen ewil tevdiren girseyi hildan, le Tirkiyeye di nav çend rojen ewil da tevdir hildan.

Pişti ku virusa koronaye ya ku li Çine derket hole, li tevahiya dinyaye bela bü, gelek welaten dinyaye ji bo peşilegirtina belabüna viruse tevdir hildan ü hereketen girseyi kem kirin.



Dibistan ü zaningeh hatin tetilkirin, ji bo demeke berwext kafe, bar, restoran, navenden şahi ü danüstandine, pirtükxane, ibadetxane ü cihen ku meriv le dicivin, hatin girtin. Çalakiyen ku ji bo qamüye vekirine hatin betalkirin.



Ji welatiyan ra hat gotin ku "li male bimine", ji temasa civaki birevin, heke pekan be ji dür va bixebitin. Sazi ü sazümaniyen qamüye ü şirketen taybet ji ji bo ve yeke tevdir hildan.



Qedexeyen derketina derva yen qismi ü tevdiren karantinaye hatin hildan, çüyin ü hatinen navbera bajeran hatin sinordarkirin.



Waqieyen ewil en Kovid-19e li Fransaye di 24e rebendane da, li Almanyaye di 28e rebendane da, li İtalya, Spanya ü İngiltereye di 31e rebendane da hatin tesbitkirin. Li Tirkiyeye waqieya ewil 40 ü 47 rojan pişti van welatan ango di 11e adare da hat tesbitkirin.



Tetilkirina dibistan ü zaningehan



Tevdiren ewil tetilkirina dibistan ü zaningehan bün. Lewra heri zede xwendekaran demen direj bi hev ra derbas dikirin ü ji sibe heta evare li dibistane bi hev ra ne.



Pişti derketina waqieyen ewil İtalyaye 39 roj şünda (10e adare), Spanyaye 40 roj şünda (11e adare), İngiltereye 47 roj şünda (18e adare), Almanyaye 49 roj şünda (17e adare), Fransaye ji 49 roj şünda (13e adare) dibistan tetil kirin, le Tirkiyeye rojek şünda (12e adare) ev gav avet.



Pişti ku li Tirkiyeye waqieya ewil hat ditin, di 12e adare da bi serokatiya Serokomar Recep Tayyip Erdogan civina kabineye hat kirin ü di civine da biryar hat dayin ku dibistan ji 16e adare roja duşeme pe va 2 hefteyan, zaningeh ji 3 hefteyan werin tetilkirin.

Wezire Perwerdeya Neteweyi Ziya Selçuk diyar kir ku perwerdeya dibistana seretayi ü navin ü liseye ew e ji 23ye adare pe va ji dür va were kirin.

Bernameya perwerdeya ji dür va ya bi nave "Tora Zanisti ya Perwerdeye" ji 23ye adare pe va li ser internete ü TRTye dest pe kir.

Wezir Selçuk di civina çapemeniye ya 25e adare da diyar kir kur perwerdeya ji dür va ew e hetani 30ye nisane dewam bike.

Yekta Saraçe Seroke YOKe di 26e adare da diyar kir ku li zaningehan ders ew e rübirü neyen kirin.

Mekanen meriv komi le ne "berwext" hatin girtin

Li bajaran mekanen meriv bi qerebalixi diçine yen weki kafe, bar, restoran, mekanen kefxweşiye ü navenden danüstandine, pirtükxane ü ibadetxane berwext hatin girtin an ji ji bo demeke destür hat dayin ku vekiri biminin.

Tirkiyeye tevdiren berfireh 4 roj pişti tesbita waqieya ewil (15e adare), İtalyaye 41 roj (12e adare) şünda, İspanyaye 43 roj (14e adare) şünda, Almanyaye 48 roj (16e adare) şünda, İngiltereye 49 toj (20e adare) şünda ü Fransaye 50 roj (14e adare) şünda hildan.

Wezareta Çandiniye diyar kir ku di navbera 16-30ye adare da hemü pirtükxaneyen li welet ew e werin girtin.

Wezareta Karen Navxweyi di 15e adare da giştiname weşand ü li gor ve bar kuluben şeve ji 16e adare pe va ew e ji bo demeke werin girtin.

Bi giştinameya wezarete ya ji 16e adare pe va li 81 bajari hat belavkirin xenci restoran ü dikanen danüstandine hemü ciyen qerebalixi le çedibin hatin girtin.

Di 21e adare da biryar hat dayin ku berber, kuafor, navenden bedewbüne ji saet 18.00an pe va werin girtin, market ü super market ji di navbera 09.00-21.00i da bixebitin.

Navenden Danüstandine hatin girtin

Weki mayin ji bo Navenden Danüstandine tu biryarek nehatibü dayin lebele dikanen li navenden danüstandine ji bo parastina tenduristiya gel hesas tevgeriyan ü biryar dan ku ji 21e adare da Navenden Danüstandine bigrin. Li ser ve ji 100i zedetir Navenden Danüstandine li Tirkiyeye deriyen xwe kilit kirin. Hat ragihandin ku di demen girtibüne da Navenden Danüstandine ji kirekaran pereye kire nestinin.

Li İtalyaye 10e adare perakendevanen xidaye ü dermanxane ne te da biryara girtina hemü dikanan hat dayin. Pişti ve biyare gelek Navenden Danüstandine ji xepeng berjer kirin. Di çarçoveya tedbiren rewşa awarte ku li Spanya ü Fransaye 14e adare, li Almanyaye ji 16e adare hat cibicikirin da biryar hat dayin ku dabinkaren pewistiyen sereke ne te da hemü dikan werin girtin ü ji ber ve çende ji Navenden Danüstandine neçar man ku xepengan berjer bikin.

Tedbiren di mijara ibadetxaneyan da

Serokatiya Karübaren Diyanete 16e adare ragihand ku ji ber şewbe li hemü mizgeften welet nimejen ine ji di nave da nimeja bicemaeti hat rawestandin.

27e adare li Mizgefta Ankara Millete ü 3ye nisane ji li Mizgefta Ankara Ehmed Hemdi Aksekiye bi beşdariya sinorkiri va nimeja ine hat kirin. Di daxuyaniya serokatiye da hat destnişankirin ku armanc ji sepane ew e ku bi beşdariyeke hindik va domandina sembolik a nimeja ine ü xutbeye."

Li İtalyaye Vatikane 13e adare 900 deren Katolikan en li bajare Romaye heya 3ye nisane girtin, ayinen yekşeme berwext rawestandin. Deren li Spanya ü Fransaye pişti 14e adare bi heman rengi tedbir sitandin.

Li Almanyaye li gori peymana 16e adare ya hikümeta federal ü reveberiyen eyaletan, civina li hemü ibadetxaneyan hat qedexekirin.

Li İngiltereye 24e adare hemü mizgeft, der, hewra hatin girtin.

Sinordarkirina çalakiyen ku ji qamüye ra vekiri ne

Kovid-19e kir ku welat biryara qedexekirin ü sinordarkirina çalakiyen ku ji qamüye ra vekiri ne ji bistine. Di ve çarçoveye da konser, çalakiyen huneri ü çandi ü her wiha peşbirken werzişe hatin taloqkirin.

Tirkiyeye rojek pişti tomarkirina waqieya ewil (12e adare) biryar da ku peşbirken werzişe beyi temaşevan ben lidarxisitin.

Lig hatin tetilkirin

Tedbiren heman şeweyi li İtalyaye 39 (10e adare), li İspanyaye 41 (12e adare), li İngiltereye 42 (13e adare), li Almanyaye 45 (13e adare), li Fransaye ji 48 (13e adare) roj pişti tomarkirina waqieya ewil hatin sitandin.

Di diroken navbori da li İtalyaye peşbirken Serie Aye, li Spanyaye yen La Ligaye, li İngiltereye yen Liga Premieree, li Almanyayen yen Bundesligaye ü her wiha li Fransaye ji yen Ligue 1e hatin tetilkirin.

Wezire Ciwani ü Werzişe Mehmet Kasapoglu 19e adare eşkere kir ku ligen fitbol, basketbol, voleybol ü hentbole hatin taloqkirin.

Di 20e adare da bi Giştinameya Serokomariye va hemü civin ü çalakiyen zanisti, çandi ü huneri bo dawiya nisane hatin taloqkirin.

Sinorkirinen li ser seyahet ü veguhestine

Li hemberi şewba Kovid-19e welatan ligel girtina sinoran ü rawestandina firinan, ji bo ku virus li nava welet belav nebe sinorkirinen li ser seyahet ü veguhestine ji cibici kirin.

Tirkiyeye jixwe ji Çin, İran, İtalya, Koreya Başür ü Iraqe seferen balafiran dabü rawestandin. Pişti ku li welet virus hat ditin 2 roj şün da (31e Adare) ji Almanya, Fransa, Spanya, Norwec, Danimarka, Belçika, Swed, Awusturya ü Hollanda ji di nav da ji bo 9 welatan ji 17e Adare pe va çüyin ü hatin hat rawestandin.

Tirkiyeye di 14e Adare da ji bejayi ü esman çüyin ü hatina Azerbeycane da rawestandin, ji Deriye Sinor e Sarpe ya Gurcistane sefer dan rawestandin. Di 16e Adare da ji seferen İngiltere, İrlanda, Swisre, Misir, Erebistana Siüdi ü Mirektiyen Yekbüyi yen Ereb da rawestandin.

Wezareta Gihandin ü Binesaziye di 21e Adare da daxuyand ku seferen 46 welaten din ji hatin rawestandin ü bi vi awayi hejmara van welatan gihişt 68an.

Qedexeyen çüyin ü hatina dervayi welet pişti waqieyen ewil hatin ditin li İtalyaye 39 roj şün da (10e Adare), li Almanyaye 39 roj şün da (17e Adare), Li İspanyaye 43 roj şün da (14e Adare), li İngiltereye 53 roj şün da (24e Adare) ü Fransaye ji 53 roj şün da (17e adare) dest pe kir.

Serokomar Erdogan di 27e adare da daxuyand hemü seferen dervayi welet hatin rawestandin ü got seferen di nav bajaran da ji we bi destüra waliyan ben kirin. Di 3ye Nisane da ji daxuyand çüyin ü hatina 30 bajaren mezin Zonguldaxe hat rawestandin.

Tevdiren karantinaye ü qedexeya derketina derva ya qismi



Ji bo re li ber virusa koronaye be girtin tevdireke heri giring ji derneketina derva ye. Ji bo ku mirov heta mecbur neminin dernekevin derva, li malen xwe biminin ü yen şika viruse bi wan ra heye di karantinaye da biminin qedexeya derketina derva ya heremi ü neteweyi bün.



Wezareta Ciwani ü Werzişe di 13e Adare da daxuyand 10 hezar ü 330 welatiyen çübün umreye ü zivirin je 5 hezar ü 391 li Enqereye, 4 hezar ü 938 kes ji li Konyaye di wargehen xwendekaran da di karantinaye da ne.



Ji bili van ji bo kesen welaten din ji hatin tevdiren karantinaye hatin ditin.



Wezarete di 23ye Adare da daxuyand 11 hezar ü 269 welatiyen dervayi welet hatin ji li malen xwe di karantinaye da ne.



Wezareta Karen Navxweyi di 21e Adare da derketina derva ji bo kesen temene wan ji 65 sali zedetir e ü nexweşiyen wan en kronik hene qedexe kir.



Di 3ye Nisane da ji qedexeya derketina derva ji bo kesen temene wan ji 20 sali biçüktir in kete rewace ü hat mecburikirin ku welati li qaden kamuye maskeye bidin ber dev ü poze xwe.



Ev tevdiren karantina ü izolasyone pişti waqieyen ewil hatin ditin li İtalyaye 38 roj şün da (9e Adare, li İspanyaye 43 roj şun da (14e Adare), li İngiltereye 52 roj şün da (23ye Adare), li Fransaye 53 roj şün da (17e Adare), li Almanyaye ji 54 roj şün da (22ye Adare) hatin destpekirin. -



 
Latest News





 
 
Top News