Avakare rexistina Leşkere Tayyibeye (LET) ü Seroke Cimaeta Doze (JUD) ya şaxa siyasi ya heman rexistine Hafiz Mihemed Seide ku Amerikaye seba girtina wi 10 milyon dolar xelat wed kir, li Pakistane hat girtin.
Li gor nüçeya medyaya Pakistane Seid dema ku ji Laxora dikeve rojhilata welet diçü Gujranvalaye di re da ji aliye ekiben tekoşina terore va hat binçavkirin.
Seid ji ber ku qanünen tekoşina terore binpe kirine, der heqe wi da biryara girtine hatiye dayin bi "piştgiridayina rexistinen terore, pere qaçax, seba rexistinen terore berhevkirina çavkaniyen madi" va te sücdarikirin.
LET bi taybeti li Hindistane wek rexistineke ku erişi sivilan dike, te zanin. Li gor idiaya Hindistane tiliya ve rexistine di erişa parlamentoye ya 2001e, erişa trene ya Mumbaiye ü erişa Mumbaiye ya 2008an da heye.
Amerikaye pişti erişa Mumbaiye ya 2008an Seide avakare LETe kiribü listeya kesen hezen ewlehiye le digerin ü seba girtina wi 10 milyon dolar wed kiribü.
Interpole der heqe Seid da di 2009an da bultena sor derxistibü. -
|