Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 17/04/2024 02:21 
News  > 

"Terorê kezeba min şewitand û kurê min ji min qetand"

20.09.2019 14:05

Li mala bavê Mehmet Bozyel ê 17 saliyê ku di êrîşa terorê ya li Qulpa navçeya Diyarbekirê dijî xebatkarên daristanê hat kirin da tevlî 7 hevalên xwe şehîd ketibû, xem, şîn û hêstirên çavan hene. Malbata Bozyel bertek nîşanî terorê da.

Malbata Mehmet Bozyel e 17 sali ku ji 7 xebatkaren daristane yek bü ü di erişa terore ya li Qulpa navçeya Diyarbekire da şehid ketibü, lenet li terore kirin.

Li mala bave Mehmet Bozyel e ku 17 sali bü ü di 12 İlone da di erişa terore ya li gunde Beyroka ser Qulpa navçeya Diyarbekire diji xebatkaren daristane hat kirin da tevli 6 kesan şehid ketibü, xem, şin ü hestiren çavan hene.

Malbata Bozyel di mala xwe ya li Taxa Baglare ya ser Batmane ye da şina xwe didomine ü lenete li terore tine.

Ahmet Bozyel e bave Mehmed got ku ji 5 zaroken wi ye heri mezin Mehmet bü ü wiha pe da çü: "Wi Liseya İmam Xetibe ya Anadoluye ya Ehmede Xani qedandibü ü dixwest ku bibe parezer. Yen ku ve kirine hov in. Ji rüye terore da kure min çü le bila zaroken kesen din neçin. Wi dixwest bibe parezer ü ali hewcedaran bike."

Bozyel destnişan kir ku kure wi isal we ji bo qezenckirina zaningehe amadehi bikira ü wiha domand: "Di betlaneya havine da çü ba xalanen xwe. Xale wi Riza li daristane kar hilda ü ew ji tevli wan çü daristane. Evare dema vegere ji ber teqina we teqemeniya ku bebextan di re da bi cih kiribün kure min şehid ket. Xwede bela wan bide. Wi ji me ra digot bisekinin ez e bixwinim ü we ji ve heyate xilas kim. Bila kuştin ü teror tunebe, em ji xwe ra bihizür bijin, em ve dixwazin. Heviya min ew e kesen ev anin sere me rasti heman eşe ben. Ez hemü büyeren terore şermezar dikim."

"Me ev eş dit bila hin kesen din nebinin"

Dayika şehid Hanim Bozyele ji bertek nişani terore da ü got: "Kure min ji bo pereye mesrefe dibistane yen xwişk ü birayen xwe çü xebate. Terore kezeba min şewitand ü kure min ji min qetand. Kezeba min diperite. Ev eş hat sere me bila neçe sere kesen din. Ji zaroken min ye heri mezin ew bü."

"Lenet li terore be. Agir beri mala me da"

Ruken a xwişka Bozyel e ku bi deste terore hat kuştin ji bertek nişani terore da ü wiha pe da çü: "Lenet li terore be. Agir beri mala me da. Xwede ji agir beri mala wan bide. Wan kezeba me şewitand ü Xwede ji ya wan bişewitine. Keke min her tim ji me ra digot bixwinin. Wan em perişan kirin. Sere sibehe em bi hevra diçün dibistane ez e niha bi ke ra herim? Rasti ü xerabi hertim wi nişani me dia, niha we ki nişani min bide?" -



 
Latest News





 
 
Top News