26.05.2022 14:42
Mihricana Hewageri, Feza ü Teknolojiye "TEKNOFEST Azerbaycan"a ku di navbera 26-29e gulane da li Bakuye were lidarxistin, dest pe kir.
Lidarxistina TEKNOFESTe di çarçoveya Hemleya Teknolojiya Neteweyi da dest pe kir ü paşe veguheri Mihricana Hewageri, Feza ü Teknolojiye ya heri mezin a dinyaye ü ve care ji li derveyi welet hat lidarxistin.
TEKNOFEST Azerbaycan bi revebirina Tima Teknolojiye ya Tirkiyeye (Weqfa T3ye), Wezareta Peşketina Dijital ü Gihandine ü Wezareta Sanayi ü Teknolojiye ya Komara Tirkiyeye ü bi piştgiriya sazi ü firmayen giring en welet li Baku Crystal Hall ü Parka Neteweyi ya Tenişta Behre hat lidarxistin ü dest pe kir.
Li Azerbeycane lidarxistina TEKNOFESTe weki nişaneya dostani, birati ü tifaqa stratejik a navbera her du welatan giring e.
Ajansa Anadoluye (AA) Şirike TEKNOFESTa Azerbeycane ye Ragihandina Global e. Wezire Sanayi ü Teknolojiye Mustafa Varank, Wezire Peşketina Dijital ü Gihandine ye Azerbeycane Reşat Nebiyev, Seroke Sanayiya Parastine ya Serokomariye İsmail Demir, Seroke Lijneya Revebirine ya TEKNOFESTe Selçuk Bayraktar, ji Tirkiye ü Azerbeycane revebiren payebilind en gelek sazi ü şirketan beşdari merasima vekirina mihricane bün.
Di çarçoveya mihricane da heta 29e gulane xwepeşandinen curbecur ü peşbaziyen teknolojiye we werin kirin. -