Tankera İrane ya ku Cebeletariqe dest dabü ser pişti biryara berdane ya Dadgeha Bilind a Cebeletariqe disa derket re.
Li gor xebera "Gibraltar Chronicle" ya rojnameya heremi, tankera İrane ya nave we "Grace 1" bü ü guherandin kirin "Adrian Darya 1", duh bi şev li gor saeta heremi di 23.30yi da ji Cebeletariqe derket ü bere xwe da Behra Sipi.
Hemid Baeydinejade Balyoze Londraye ye İrane duh li ser Twittere gotibü ew li bende ne ku tankera Cebeletariqe di 4 tirmehe da girtibü ü hefteya bori ji biryar dabü ku were berdan, di nav roje da derkeve re.
Hikümeta Cebeletariqe duh di daxuyaniya xwe da diyar kiribü ku daxwaza Amerikaye ya ji bo tankera bi Mihafizen Şoreşa İrane ra tekildar e were girtin paşda zivirandine.
Di daxuyaniye da hatibü gotin ku mueyideyen YEye dane ser İrane li gor yen Amerikaye zede berfireh ninin ü daxwaza Amerikaye ya ji bo tankere nehat qebülkirin.
Kriza tankere
Reveberiya Xweser a Cebeletariqe ya giredayi İngiltereye di 4e tirmehe da bi hinceta ambargoya li ser Süriyeye binpe dike, dest dabü ser tankera İrane.
Rayedaren İrane gotibün bira tankere berdin, heke bernedin ji ew e bersive bidin ve.
Arteşa Mihafizen Şoreşa İrane ji diyar kiribü ku bi hinceta li Kendava Hurmuze regezen behravaniye binpe kiriye di 19e tirmehe da dest daye ser Steno İmperoya keştiya petrole ya İngiltereye.
Dadgeha Bilind a Cebeletariqe dema girtina tankera İrane hetani 15e tebaxe direj kiribü. -
|