Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 27/04/2024 23:26 
News  > 

Sîstema Teze Ew Ê Terorê Ji Holê Rake"

25.02.2017 16:13

Seroke Gişki ye AK Partiye ü Serokwezir Binali Yildirim di "Civina Raydayina Gel a Sistema Hikümeta Serokomariye" ya ku li Salona Spore ya Enqereye hat lidarxistin da xitabi aligiren partiye kir.



Serokwezir Yildirim diyar kir ku reform zor in ü bi meşeqet in, lebele ji ber ku zor ü bi meşeqet e, xetere ye kesen ku ji reforman direvin, ji qada diroke derketin ü winda bün ü wiha pe da çü: "Ji bir nekin, tirsonek tu cari nikarin abideya serfiraziye çekin. Kesen ku ji reforman ra dibejin 'na' nikarin tu berhemi derxin hole. Kesen ku ji reforman ditirsin nikarin tarixe binivisinin. Çaxa ku Siltan Alpaslan bi arteşa xwe ra hate Milazgire, bawer bikin ku hin kessan ji wi ra ji gotin 'na', le bele wi guh neda wan ü tirx guherand."



Yildirim bi bir xisti ku çaxa Selaheddin Eyubi diçü Qudse hin kesan ji wi ra ji gotin 'na' lebele wi guh neda wan ü tarixek nivisi ü wiha axivi: "Fatih Siltan Mehmet çaxe ku derkete fetha Stenbole hin kesan ji wi ra ji gotin 'na' lebele wi guh neda wan tirsonekan ü tarixek nivisi ü Stenbol feth kir."



"Em dixwazin ku ji dil bejin 'ere' ne bi ziman."



Serokwezir Yildirim wiha pe da çü: "Li cem me, em kesi nadin zore, tehdid li cem me tuneye, li cem me tirs tuneye, le tirsandin ji tuneye. Li cem me bendbendibün tuneye, derandin tuneye. Em dixwazin ku ji dil me ra bejin 'ere' ne bi ziman."



"Me ji 'na' yen wan ra got 'ere' ü hatin ve roje"



Serokwezir Yildirim bal kişand ser büyeren ku di van demen dawin da qewimin ü axaftina xwe wiha domand: "Me got büyeren Geziye provokasyon in, gotin 'na', me got 'ere'. Me got '17-25e berfanbare kumpas e', gotin 'na', me got 'ere'. Di 15e Tirmehe da hatin ku welet dagir bikin, bombe di ser Meclise da barandin, hewl dan ku iradeya mili ji hole rakin, me got 'hün nikarin hilşinin ü parçe bikin'. He di seri da me ku ev hewlek e. Serokomar e me di seri da got 'hetani mirine bi milete min ra' ü li diji ve derket. Me ji 'na'yen wan ra got 'ere' ü em hatin ve roje. Heke em li ber 'na'yen wan bitirsiyana, paşda vekişiyana diroke ü gel ji me hesab bipirsiyaa, Xwedaye ji me hesab bipirsiya."



"Ev temamkirina kemasiyen kar e di 2007an e"



Seroke Gişti ye AK Partiye ü Serokwezir Yildirim diyar kir ku xebaten xwe didominin ü karen ku kemasi te hene ten temamkirin ü wiha got: "Ev guhertina makezagone ya ku gele deng bide, temamkirina kemasiyen kar e ku di 2007an da dest pe kir. Di esle xwe da di 2007an da ji bo pergala serokomariye gaveke giring hatiye avetin. Bi ve guhertine va em makezagone diguherinin ü wisa ji pergala hikümete ya serokomariye diguherinin."



7 milyon ü niv ciwane tevli siyasete bibin



Serokwezir Yildirim der bare guherina qanüna bingehin da wiha axivi: "Bi ve guherine ji bo 7 milyon ü niv ciwanen me firsenda beşdarbüna siyasete çedibe, peşiya wan te vekirin. Hün ketin ber tankan, we şeve we singe xwe li diji top ü guleyan kir siper. We 15e şeva tirmehe nişani wan kesan da ku digotin "Ciwanen vi welati eleqeye nişani meseleya welat nadin." We li welate xwe, li alaya xwe ü li milete xwe xwedanderketin nişani hemü dinyaye da. Ji ber ve ne tişteki pir mezin e ku em sinore hilbijartina ji bo parlementeriye daxin 18 sali. Ez ve bibejim."



"Ey Kiliçdaroglu, iredeya gel ewqasi biçük nebine"



Serokwezir Yildirim got, "Gava ku burokrat di navbera xwe de hevdu hilbijerinin we hinge daraz dibe serbixwe, beteref le gava meclisa ku milet hilbijartiye hilbijere we hinge dibe teref? Ey Kiliçdaroglu, iredeya gel ewqasi biçük nebine. Meclise ewqasi biçük nexe. Ev meclis Meclisa Xazi ye, ev meclis meclisa ku şeva 15e tirmehe şibiya şeran li diji bombeyan derketiye. Ev meclis meclisa istiqlale ü meclisa istiqbale ye ku Tirkiye le hatiye avakirin. "



Sistema nü we terore ji hole rake



Serokwezir Yildirim li ser xebaten rexistinen terore got, "Sistema nü we terore ji hole rake. Ma hün difikirin ku PKK, DEAŞ ü FETOyi beradayi her roj diqirin ü kampanyaya "na"ye dikin. Meneyeke ve guherine heye, çimki ev guherin we wan ji hole rake. Le çi dikin bila bikin, ew e ji hole rabin."



Yildirim axaftina xwe wiha domand: "Ev guherina ji bo me firsendeke diroki ye. Bi reveberiyeke hezdar we edi li Tirkiyeye dewra wesayet ü derbeyan ji hole rabe. İnşaelleha careke din ew e neye rojava welet. Tu kese nikaribe eyer bide kesen ku bi deste gel hatine hilbijartin. Bi sistema teze ra aboriye xurt, saxlem be. Di saya istiqrare da veberhenane zede be, hilberine zede be, istixdam ü kare zede be." -



 
Latest News





 
 
Top News