John Boltone Nünere Mayinde ye Amerikaye ye Neteweyen Yekbüyi ye bere we 9 Nisane weki Şewirmende Ewlehiya Neteweyi ye Qesra Spi dest bi kar bike. Bolton bi aligiriya şer ü bi gotinen dijberiya misilmanan bale dikişine.
John Bolton li Amerikaye bi fikren 'radikal' te nasin ü di dema Serokatiya Bush de dagirkirina Iraqe bi tundi parastibü.
Bolton di sala 2015an de daxuyaniyek dabü rojnameya "Washington Examiner"e ü wiha gotibü: "Me bi dagirkirina Iraqe tişteki geleki baş kir ü me Sadam ji desthilatiye daxist. Ev biryaren rast bün le vekişina me ya di sala 2011an de fikreke xelet bü."
"Heke tu dixwazi bombeya İrane bidi sekinandin dive tu İrane bidi ber bombeyan"
Bolton politikayen Trump yen der bare İrane de ji tesdiq dike. Bolton bi dijberiya peymana nukleere ya di navbera Amerika ü İrane de dema serokatiya Obama hatibü imzekirin ji te nasin. Bolton gotibü dive Amerika ve peymane betal bike ü di sala 2015an de di niviseke xwe ya di New York Timese de wiha gotibü: "Heke tu dixwazi bombeya İrane bidi sekinandin dive tu İrane bidi ber bombeyan."
Ji bona ku İran be sekinandin Bolton di rojnameyen New York Times, Los Angeles Times ü Guardiane de gelek caran maqale nivisibün. -
|