"Sînorên çêkirî yên di nav me da nikarin asoya me eşkere bikin"

19.10.2019 13:24

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Wek Misilman em ê her dem guh bidin hişmendiya ometê û hiqûqa biratiyê. Sînorên çêkirî yên di nav me da nikarin asoya me eşkere bikin.

Serokomare Tirkiyeye Recep Tayyip Erdogan: "Wek Misilman em e her dem guh bidin hişmendiya omete ü hiqüqa biratiye. Sinoren çekiri yen di nav me da nikarin asoya me eşkere bikin."

Erdogan di vekirina Civina 3yemin ya Seroken Dini ye Misilman ya Dewleten Afrikaye da axivi ku bi deste Serokatiya Karen Diyanete te lidarxistin.

Serokomar Erdogan destnişan kir bi saya hewldanen wan tekiliyen Tirkiye-Afrikaye hatine asteke wisa ku 15 sal bere nedihat xeyalkirin ü wiha got: "10 hezar ü 480 xwendekaren ku me wan da xwendin wek qasiden dildar yen Tirkiyeye ji bona xwişk ü birayen me yen ji Afrikaye dixebitin."

Erdogan got ku dewleten Rojavaye naxwazin Afrika rabe ser xwe, potansiyela xwe mezin biemiline ü li tevahiya parzemine aşti çebe ü wiha axivi: "Hün ji min çetir dizanin ku di Qetliama Ruandaye da peçiya kijan dewleta metinkar heye. Li Ruandaye di nav se mehan da 800 hezar insan bi hoviti hatin kuştin ü alema Rojavaye ü Neteweyen Yekbüyi bi tene temaşe kirin."

Serokomar Erdogan got ku ji bin gelek tevliheviyen li Parzemina Afrikaye şirketen neft ü çekan yen Rojavayi derdikevin.

Serokomar Erdogan diyar kir di paşeroja piraniya kesen ku iro dersa heq, hiqüq ü azadiye didin wan da yan reça qetliam ü dagirkeriye yan ji metinkariye heye.

Erdogan destnişan kir wek dewlet ü milet çav bernedane çavkani, ked ü xwedana tu civakeke ü bi xwina wan bi pey peydakirina refahe neketine ü wiha got: "Wek Misilman em e her dem guh bidin hişmendiya omete ü hiqüqa biratiye. Sinoren çekiri yen di nav me da nikarin asoya me eşkere bikin." -

In order to provide you with a better service, we position cookies on our site. Your personal data is collected and processed within the scope of KVKK and GDPR. For detailed information, you can review our Data Policy / Disclosure Text. By using our site, you agree to our use of cookies.', '