Roja Eşüreye ji bejeya "eşera"ya di Erebi da te meneya dehi ü ev roj rasti roja dehemin a meha muharreme ya ewil a sala hicri te ü misliman we roje roji digrin.
Li gor baweriya İslame di nav meha muharreme da ku ya di jiyana pexemberan da gelek hediseyen giring qewimine ü di ve mehe da şeraniya eşüreye te çekirin.
Li gor çavkaniyen hedisan keştiya Hezreti Nüh di ve roje da ji tofane xelas büye, her wiha Hezreti Müsa di ve roje da ji Behra Sor derbas büye ü Beniisraili ji Firewn xelas kiriye.
Her wiha li gor gelek berhemen çandi ü diroki Hz. Adem pişti ku guneh dike, di ve roje da tobe dike ü tobeya wi te qebülkirin, Hz. İdris di ve roje da radikin asiman, Hz. İbrahim di ve roje da davejin agir ü agir wi naşewitine, Hz. Yaqüb di ve roje da Yüsife kure xwe dibine, nexweşiyen Hz. Eyyüb di ve roje da qenc dibin, Hz. Yünis di ve roje da ji zike masi derte ü Hz. İsa di ve roje da ji dayik dibe ü ji kuştine te xelaskirin ü wi radikin asiman.
Di 10e cotmeha 680yi da bi deste arteşa Xelifeye duyemin e Dewleta Emewiyan Yezide kure Muawiye şehidkirina Hz. Huseyine neviye Hz. Mihemmed ü 72 hevalen wi ji disa di ve roje da ye ü je ra "Büyera Kerbelaye" te gotin.
Ji ber ku ev büyer di roja dehemin a meha muharreme da diqewimin, di kevneşopiya dini da ev roj geleki giring e. Misilman di ve roje da bi taybeti rojiya nafile digrin.
Kesen ku peyreve Hz. Nüh in ü li ser banga wi li keştiye siwar dibin, ji ber ku eşüreye dixwin, misilman loma di ve roje da eşüreye çedikin ü bela dikin.
Eşüre tine bira me ku li der ü dore miroven din ji hene
Endame Lijneya Bilind a Karen Oli ya Serokatiya Karen Diyanete Prof. Dr. Ali Avcu daxuyani da nüçegihane AAye ü olen İbrahimi qiymete didin Roja Eşüreye ü wiha domand: "Di ve heyama ku her kes bo xwe tiştan dixwaze da eşüre tine bira me ku li der ü dore miroven din ji hene." -
|