Sezai Temelliye Hevseroke Gişti ye HDPye der bare qanüna ku itifaqa hilbijartine ya partiyen siyasi ji tev e da got, "Di referandume da minare beyi qilif dizibün, duh bi şev ji tu dibe ji ber şewate male xwe direvinin hetani sibe xebitin ü qanüna ji 26 xalan pek te derbas kirin."
Temelli di Komcivina Meclise ya partiya xwe da axivi ü diyar kir ku doza li ser mirina Berkin Elvan ya di büyeren Parka Geziye da he temam nebü, fail nehatin ditin.
Temelli xwest ku bira dorpeça Efrine ya di çarçoveya Operasyona Çiqle Zeytüne da were rakirin ü got biryara agirbesta li Süriyeye ya Neteweyen Yekbüyi naye pekanin.
Temelli got ku ji iqtidare hevi nakin ku gaveke demokratik biaveje, bi tene ew dikarin bi tekoşina xwe va bi ser bikevin ü wiha axivi: "Rabüye ji gele Kurd ra gur nişan dide. Kesen ku ev nişana raye dan 50 sal e ji Osmaniyeye we da neçün. Tu ji heri zede dikari hetani Osmaniyeye heri."
Temelli bal kişand ser daneyen aboriye ü got ku "ferqa di navbera itxalat ü ixracate da zehf zede ye" ü her tim zeme didin. Temelli firotina fabriqeyen şekir ji rexne kir ü idia kir ku ji hemü mitehitan ra efüya taybet a bace derxistin.
Temelli bal kişand ser qanüna li ser itifaqa hilbijartine ü wiha pe da çü:
"Di referandume da minare beyi qilif dizibün, duh bi şev ji tu dibe ji ber şewate male xwe direvinin hetani sibe xebitin ü qanüna ji 26 xalan pek te derbas kirin. Bi vi awayi çiqas hile, şaibeyen ku di referandume da kirin gişt bün qanüni. Kijan koalisyone ava dikin bira ava bikin, kijan partiye ipotek dikin bira bikin ji ber ecziyete hewcedare qanünen wiha ne, bizanibin van ji nika va hilbijartin da der." -
|